Fîlîz Buluttekîn: Em ji pergala hevserokatiyê tavîz nadin

  • 09:02 17 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
Sema Çaglak 
 
AMED - Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn ya ku ji peywirê hatibû girtin û qeyûmê tayînî li şûna wê hatibû kirin, bal kişand li ser pergala hevserokatiyê û destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê ji bo partiyên siyasî yên cîhanê wek modelekê mînak e û got: “Jin dê ji pergala hevserokatiyê tavîzê nedin. Em ê di rêxistinkirin û belavkirina pergala hevserokatiyê de bi israr bin”
 
Pergala hevserokatiyê yek ji deskeftiyên jinan a herî girîng e. Cara yekemîn di kongreya avakirinê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)'ê ya di 9'ê mijdara 2005'an de bi kotaya ji sedî 40 a zayendê sîstema hevserokatiyê hat qebûlkirin. Aysel Tugluk bû hevseroka yekem. Bi vê yekê pergala hevserokatiyê 16 sal in berdewam e. Piştre Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek sazî û dezgehên din ew daxilî nav tuzuka xwe kirin. Tevî van yekan piştî AKP'ê modela hevserokatiyê hedef girt, gelek siyasetmedar hatin girtin. Di vê pêvajoyê de jinan li dijî hedef girtina pergala hevserokatiyê bi navê “Hevserokatî xeta me ya mor e” xwedî li hevserokên xwe derketin. 
 
Di rojên derbasbûyî de HDP’ê deklarasyona xwe ya ku ji 11  xalan pêk tê aşkerekir. Di deklasrasyonê de yek ji xalekê girîng jî di israrkirina pergala hevserokatiyê bû. Her wiha di encamnameya Konferansa Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk de jî pergala hevserokatiyê hatibû destnîşan kirin ku ew pergala hevserokatiyê biparêzin û bidomînin. Têkîldarî mijara pergala hevserokatiyê, Hevşaredara Sûra Amedê Fîlîz Buluttekîn ya ku ji peywirê hatibû girtin û qeyûmê tayînî li şûna wê hatibû kirin ajansa me re axivî.
 
‘Ji bo jinan destkeftiyeke girîng e' 
 
Fîlîz di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser deklarasyona HDP’ê û got: “Deklarasyona HDP’ê ku li ser 11 xalan sekini bû, yek ji wan jî pergala hevserokatiyê bû. Di wir de destnîşan kiribû ku pergala hevserokatiyê divê bê belavkirin û jênegeriya xwe biparêze. Pergala hevserokatiyê li dijî feraseta 5 hezar sal a ku li ser jinê ve hatiye birêve birin têdikoşe. Di vir de li hemberê zayendperestiyê, serdestiya desthîlatdariya mêr û zîhniyeta yekperestiyê têkoşînan dide. Li dijî van, pergala hevserokatiyê ji bo jinan deskeftiyek gelek girîng û jêneger e. Ji ber ku gava me li cîhanê û Rojhîlata Navîn nihêrî pergala hevserokatiyê ji bo wan wek modelekê ye. Hem têkoşîna jinan a cîhanê hem jî têkoşîna tevgera jinên kurd ku bi salane didin felsefeya jiyana azad û demokratîk daye avakirin. Bi vê yekê bi saya têkoşîn û berxwedana jinan ew sîstem hatiye heya roja îro.”
 
‘Jin dê ji pergala hevserokatiyê tavîzê nedin’
 
Fîlîz destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê li dijî zîhnîyeta zayendperest û ku qedera jinê diyar dike wek sîstemek alternatif e û got: “Têkoşîna jinan di her qadên jiyanê de berdewam dike. Di çarçoveya vê têkoşînê de jî her roja ku li pey xwe dihele li ser jiyana jinan zext û zordariyek çêdibe. An jî li dijî wan têkoşîna jinan êrîşên desthîlatdariya mêr xwe rû dide. Mêr dixwazin jinan biçewisînin û mekanizmaya biryargirtina jinan tune bikin. Lê belê em dizanin ku li hemberê vê jin dê ji pergala hevserokatiyê tavîzê nedin. Li hemberê wan jî jixwe wek dirûşmeya me 'Pergala Hevserokatiyê xeta me ya xemrî ye'. Pergala hevserokatiyê ji bo hemû nirxên me yên hevpar wek rolekê tevgir dilîze. Mekanîzmayek piralî hedef digire û li ser rêya jiyanek hevpar û azad xebatên xwe dimeşîne.”
 
‘Pergal hêza guhertin û veguhertinê ye' 
 
Fîlîz diyar kir ku di şexsê jinan de li her qadê jiyanê polîtîkayên çewisandinê heye û wiha bi lêv kir: "Sîstema heyî ku li gorî hişmendiya xwe jinê saz dike û qetil dike. Li gorî vê ferasete îradeya jinê tune tê hesibandin. Lingê têkoşîna me ya yekser jî li ser vê babetê ye. Her wiha di pergala hevserokatiyê de hem ji bo zimanê dayikê, hem nêzîkatiya li hemberê xwezayê pergala hevserokatiyê hêza guhertin û veguhertinê ye. Em li her derê jî tînin li ser ziman û têkoşîna wê li her dere bidin meşandin.”
 
‘Em ê di pergala hevserokatiyê de bi isrrar bin’
 
Fîlîz li ser konferansa rêveberiyên herêmî jî sekini û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Me bêriya konferansê li gelek cihan bi dînamîka gel re hatin ba hevdû. Komxebat û civînên me çêbûn. Me bi qasî xwe gihand her qadên civakê û nerînên wan ê li ser pergala hevserokatiyê girt. Bi wan nîqaş û nerînan em çûn konferansê. Li konferansê jî li ser pergala hevserokatiyê hate sekinandin. Bi sedema deskeftiyên jinan, wê ji pergala hevserokatiyê paş gav de neyê avêtin. Di wê warê de ku em mînak bidin; wek sazî û dezgehên jinan, stargehên jinan û her wekî din. Li konferansa xwecihî û herêmî de jî ew deskeftî hatin destnîşan kirin. Ji ver vê yekê me hin zêdetir rêxistinkirin û belavbûna pergala hevserokatiyê hedef girt. Bi vî şiklî armancên me pêşîgirtina çawisandina jinan û tundiya li ser jinan e.”
 
‘Desthîlatdar hevserokatiyê ji xwe re metirsiyek dibîne’
 
Fîlîz berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li hemberî pergala hevserokatiyê û wiha pêde çû: “Bi terorîzekirina pergala hevserokatiyê di heman demê de qirkirina civakê jî tê armanckirin. Heke naveroka vê pergalê bê nihertin û bê fêmkirin wê demê ewqas jî nayê terorîzekirin. Ji ber ku ew modelekê jinên bindest û jinên ku îteat dikin dixwazin. Pergala hevserokatiyê jî li dijî vê hişmendiyê derdikeve loma herî zêde li ser êrîş tê kirin. Bi vî êrîşan dixwazin ji civakê re jî peyam bidin. Ji bo ku jinê ji civakê û ji siyasetê dûr bixin pergala hevserokatiyê krîmînalîze dikin. Pergala hevserokatiyê sîstemek tevgir û civakî esas digire, bi wan êrîşan di heman demê de parçebûna civakê armanc dikin. Desthîlatdar belavkirina pergala hevserokatîyê ji xwe re wek metirsiyek dibîne.”
 
‘Pergal li ser civakê gelek guhertin û veguhertin çêkiriye’
 
Fîlîz anî ziman ku pergala hevserokatiyê li ser civakê gelek guhertin û veguhertin çêkiriye û hê jî bandora xwe berdewam dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pergala hevserokatiyê bi taybetî li ser jinan bandorên gelek girîng çêkiriye. Jin zêdetir di vê mijarê de bi israr in. Pergala hevserokatiyê di heman demê de li hundirê malê de li qada jiyanê de bandor pêk tîne. Her wiha di têkiliyên jin û mêran de, aliyê mekanîzmayên biryargirtinê de pêşketin çêbûye. Em dixwazin ew pergal di nav malbatê de xwe bi cîh bike. Ji ber ku ji bo felsefeya jiyanek hevpar û azad pergala hevserokatiyê xwedî rolekê gelek girîng e.”