'Min azadî nedît lê di ber azadiyê de min bedel da'

  • 09:03 16 Cotmeh 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Ji dîroka kevnar heta roja îro gelê kurd bi komkujî û bişaftinê re rû bi rû dimîne. Ev ji cureyekî tecrîtê ye. Lê belê weke gelek jinên kurd Fehîme Yilmaz jî li hemberî tecrîdê berxwedanek mezin daye. Gelek caran ket greva birçîbûnê û beşdarî çalakiyan bû. Fehîmeya qala demboriya xwe dike wiha dibêje:"Min azadî nedît lê di ber azadiyê de min bedel da. Ev jî nîvê azadiyê ye."
 
Koçberî, girtin, wendakirin, îşkence û kiryarên li ser miriyên kurdan tên kirin qet nehatine guhertin. Em dema li jiyana kîjan dayikê binêrin dê bê guman qala vê yekê bikin. Ji salên 1980'ê heta sedsala ku em tê de ne ji aliyê dewleta tirk ve gelek neheqî li kuran hatin kirin. Dayika Aştiyê û dayika girtiyan Fehîme Yilmaz (86) jî jineke ku li hemberî van neheqiyan serî hildaye. Ew li hemberî hemû cureyên tecrîd û îşkenceyê tevlî çalakiyan bû, ket greva birçîbûnê û berdêlên girantir da.
 
Fehîme kî ye?  
 
Fehîme Yilmaz di sala 1935’an de li gundê Zonê yê girêdayî navenda Mêrdînê ye ji dayik dibe. Bavê Fehîmeyê hîna ew zarok bû jiyana xwe ji dest dide û diya wê bi hewildana xwe û keda destên xwe 4 zarokên xwe mezin dike. Lewra her çiqasî hewildanên wê mezin bin jî, ji ber kevneşopiyên herêmê neçar dimîne zarokên xwe yên keç bide zewicandin. Fehîmeyê û xwişkek xwe di navberek biçûk de, di temenê xwe yê 13 salî de tên zewicandin. Ev şert û mercên heyî Fehîmeyê ji pêşeroja wê re jî amade dike. Ew ê zehmetiyên mezin jî bijî, lê bi çanda ku ji diya wê mîras mayî re ew ê li berxwe bide.
 
'Dixwestin vîna me bişkînin'
 
Fehîmeya ku bi kurê apê xwe re tê zewicandin dibe dayika 7 zarokan. Ji zarokên wê Nesîh Yilmaz (Rênas) di sala 1992’yan de tevlî nava refên azadiyê dibe. Bi vî rengî êrişên leşkeran li ser avahiya malbatê zêde dibin û li gel jî malbat xwe bêhtir tevlî xebatan dikin. Her çiqasî êriş pêk werin jî kes bi tirs tev negeriya. Fehîmeyê dibêje dema leşker dihatin li wan dixistin sirê, dema kêfa wan bihat jî silav didan me. Fehîmeyê dibêje dixwestin vîna wan bişkînin û wiha berdewam dike:"Carekê leşkeran bi ser malê de girtin, min, zarokên min û hevalê min xistin rêzê. Li hemûyan xistin û ji min pirsa çekan kir. Jixwe me ziman jî nedizanî lê em elimîbûn ka çi derewê li me dikirin. Ne jî wan zimanê me qebûl dikir da ku em biaxivin. Her çiqasî digotin jî min bersiva wan nedida. Çend caran jî li ber derî gundî rêz kirin. Dihatin silav didan me. Ji bo ez bi destên wî negirim û slava wî wernegirim min digot ez ker û lal im. Vîna min ev yek erê nedikir. Lê mixabin ev êrişên wan bûn sedem ku em koçber bibin. Zarokên min ji hev veqetiyan û ji gund dûr ketin. Tenê kurekî min li gund maye."
 
'Em ê li pey doza wan bin'
 
Di salên 1999'an de bi êrişek leşkerên tirk re Nesîh jiyana xwe ji dest dide. Bi rojan jî di nava destê wan de dimîne. Rexmê teşîsa malbatê cenaze tê rawestandin. Êdî dayika Fehîmeyê bêhtir çalak beşdarî nava xebatan dibe. Dibêje ev rêya kurê min e. Di nava Meclîsa Dayikên Aştiyê de cih digire. Li dijî tecrîd û bêmafiyên li ser kurdan tên kirin gelek caran dikeve nava çalakiyên birçîbûnê. Fehîmeyê dibêje tu carî li hemberî şehadetê em serî natewînin. Ew di ber axa xwe de gihiş şahadetê û em ê li pey doza wan bin. Ez dayika hemû şehîd û şervana me.
 
'Em ne poşman in'
 
Ciwanên malbatê jî hem ji êrişên dijmin û hem jî ji berxwedana malbatê bi bandor dibin. Ew jî di nava kar û xebatên ciwanan de cih digirin. Di salên 2011’an de jî neviyê wê Azad Yilmaz (Renas) ê ku nasnavê xwe ji apê xwe girtiye tevlî nava refên azadiyê dibe. Piştî wê di 2013’an de jî Zeman Yilmaz (Azad Zonê) ê ku navê pismamê xwe weke nasnav bi kar tîne jî beşdarî nava refên azadiyê dibe. Her du jî di heman dîrokê de di sala 2016’an de digihêjin şahadetê. Ango neviyê Fehîme Zana Yilmaz jî di girtîgehê de ye. Fehîmeya ku van agahiyan parve dike dibêje: “Ji bo dayikekê ev berdelên gelek giran in. Em dil bi êş in. Lewra cardin em serfiraz in. Têkoşîna tê dayîn me serbilind dike. Em ne poşman in."
 
'Divê kurd bibin yek'
 
Fehîmeyê ji ber temenê xwe û pirsgirêkên tendirustiyê êdî nikare tevlî xebatan bibe, lê belê ew bi duayên xwe tim li gel çalakvanan e. Fehîmeyê herî dawî van gotinan dike:"Me kurdan gelek kişand. Ev têkoşîn ji bo me serfirazî ye. Em dayik jî divê di rêzên pêş de cih bigirin. Bê guman encax bi hevpariya me kurdan hemûyan re çêbibe. Tiştê herî min êşandiye jî cerdevantiya ji Tirkiyeyê re tê kirine. Gotinek kurdî heye dibêje ‘Tenê hesin dikare hesin bibire’. Wek pêşiyan gotiye, tenê em kurd dikarin kurdan. Çeka dijminê me ya herî mezin ji ev îxanet e. Miletê me jî dikevin nava van lîstokên qirêj. Hêvîdar im ku beriya ez çavên xwe li dinê bigirim ez yekîtiya kurdan bibînim. Jixwe ew azadî bi xwe ye. Em bêdeng neman û ev ji bo zarokên me, ji bo neviyên me bûn mîrasek mezin."
 
Fehîmeyê herî dawî jî vê kilamê diavêje ser zarokên xwe yêm ku bûne cangoriyên azadiyê. 
 
Bihara me bihareka zû tê,
 
Payiza me ne xweş e wa li dû tê
 
Çavê dayikên zemanê min tarî ne,
 
Ciwanek tê dibê ka zemanê we çibû?
 
Ji min bû hawar û qêrîn e
 
Û min go gundê Zonê birişime,
 
Hewar û gazî ji Nesîhê min tê,
 
Nesîhê min kire qêrîn!
 
Gundê me birişime,
 
Kesekî derî li Nesîhê min venekir.
 
Negotine ne bi birîne û ne ji miriye,
 
10 rojan di nav destên dijmin de dimîne,
 
Birin Qosera mîrat e, kî diçe nas nake.
 
Xwişka wî ji Stenbolê tê wê temaşe dike,
 
Dibêje lê lê yadê! Ma çavên te tarî ne?
 
Zemanê birayê min nexuyaye, giş bi birîn e…
 
Min got dilê minê, dil dibêye,
 
Dilê min çi pêla behrê ye,
 
Li Hekara şewtî bû hewarû gazî,
 
Bila xwedê bigrê derîkê şîforê teyarê ye.
 
Çima derbek daniye li bejnû bala zarokê min rebenê,
 
Azadê Methetê min yekî tenê ye.