'Em ê li dijî sîstemê û zihniyeta mêr bibin bersiv'

  • 13:14 15 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
AMED - Aktivîsta TJA'yê Mervan Yildiz a ji bo beşdariya mîtinga dê sibehê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin bang kir wiha got:"Em ê li dijî sîstemê û zihniyeta mêr-dewletê bibin bersiv."
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dê bi dirûşma "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dema azadiya jinê ye" dê sibehê li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtîng bê lidarxistin. 
 
Têkildarî mîtînga dê ji bo balkişandina ser tundiya li ser jinê, nîjadperestî û faşîzma li dijî jinê bê lidarxistin aktivîsta TJA'yê û Hevseroka Şaredariya Erxeniyê Mervan Yildiz a dewsa wê qeyûm hat tayinkirin da zanîn dê mîtîng bersiva li dijî zayendperestî, faşîzm, qirkirina jinê be. 
 
'Dewlet têkoşîna jinê nabîne'
 
Mervanê da zanîn ku bi meşandina polîtîkayên şerê taybet ê îktidarê fuhuş, destdirêjî, tecawiz zêde dibin û wiha got:"Sedsala 21'emîn sedsala dê şoreşa jinê pêk bê ye. Loma nedîtina têkoşîna jinê ya ji aliyê dewletan ve her diçe zêde dibe. Her wiha polîtikayên tê xwestin têkoşîna jinê paşve biçe jî zêde dibin. Têkoşîna jinên Kurdistanê, eniya femînîst, eneya çep û her wekî din li hemû cîhanê bi têkoşîna jinê gelek destkeftî hatine bidestxistin. Lê belê bi taybet di van demên dawî de polîtikayên şer ên li ser bedena jinê ji aliyê dewletê ve tê meşandin jinan ber bi fuhuş, hişbirê ve kaş dikin. Bi vê yekê girêdayî qirkirina jinan jî zêde dibe. Bi pêşengiya TJA, HDP, DBP'ê û bi eniya çep, eniya femînîst, rêxistinên jinên ên Yekîtiya Ewropayê di 16'ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtîngê li dar bixin."
 
'Hemû jinên cîhanê dibin hedef'
 
Mervanê da zanîn ku ji bo ew balê bikşînin ser qirkirina jinê, tundiyê, nîjadperestiyê ew ê mîtingê li dar bixin û ji bo vê yekê ew xebatan didin meşandin û wiha pê de çû:"Em ê li her herêmên Kurdistanê mîtingan li dar bixin. Ji bo vê yekê li hemû navçe û bajaran amadekariyên me yên cidî hene. Em li navçe û bajaran derî bi derî digerin. Li vir vexwendina jinên li eniya Tirkiyeyê jî mijara gotinê ye. Vexwendina tevgerên jinan ên Ewropayê jî hene. Dema em li polîtîkaya cîhanê dinêrin hemû jin bûne hedef. Tê xwestin nasnemaya jina kurd bê tunekirin. Ji bo em têkoşîna xwe mezintir bikin û rêxistinbûyina xwe xurt bikin em li gund, navçe û bajaran derî bi derî digerin."
 
'Mijara mîtingê ya bingehîn tecrîd e'
 
Mervanê da zanîn ku dê di mîtingê de mijara tecrîdê jî derkeve pêş û wiha got:"Di demên dawî de bi taybet bêhiqûqî û tecrîda giran a li Îmraliyê mijara gotinê ye. Ev tecrîd tenê li ser Birêz Abdullah Ocalan pêk nayê. Bi taybet li jinan û li ser gelan pêk tê. Nîjadperestî, zayendperestî, faşîzma bi rêya tecrîde zêde dibin mijara gotinê ye. Mijarên me yên bingehîn ev in. Ji bo em balê bikşînin ser van mijarana em ê mîtîngê li dar bixin."
 
'Dê di mîtîngê de jin bi gotinên xwe bersivê bidin sîstemê'
 
Mervanê da zanîn ku ew hêvî dikin dê jin zêde beşdarî mîtinga sibehê bibin û wiha got:"Ev mîting wek Newroz û 8'ê Adarê girîng e û wiha got:"Li gel me pîrozbahiyên Newroz û 8'ê Adarê bi coş derbas dibin. Em her sal bi rihê Newroz û 8'ê Adarê banga tevlîbûnê dikin.  Dê di mîtîngê de jin bi gotinên xwe bersivê bidin sîstemê. Loma em hemû jinan bi taybet jinên li Amedê vedixwînin mîtînga 16'ê Cotmehê."