'Îqtîdar ji ciwanên zane ditirse'

  • 09:06 14 Cotmeh 2021
  • Rojane
STENBOL - Xebatên kampanyaya “Em tiryakê bişkînin û jiyana nû ava bikin” a Meclîsa Ciwanan a HDP'ê didomin. Endama Koordînasyona Jinên Ciwan ên HDP'ê ya Stenbolê Ronahî Tunç, diyar kir ku îqtîdar naxwaze ciwan zanebin û bibin pêşengên civakê û got: "Îqtîdar ji ciwanên zane ditirse û hewl dide ku vîna ciwan têk bibe. Em jî dê bi xebatên xwe rêxistinbûna ciwanan pêş bixin."
 
Di 10'ê îlonê de ji hêla Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tiryakê, fihûşê û dejenerekirinê kampanya “Em tiryakê bişkînin û jiyana nû ava bikin” da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de Koordînasyona Jinên Ciwan ên HDP'ê jî di 29'ê îlonê de bi navê "Li dijî tiryakê, em ê bi rêya hûnerê ben cem hevdû" pêşbirkek dabûn destpêkirin, serdana peşbirkê dê heta 25'ê cotmehê bidome. Endama Koordînasyona Jinên Ciwan ên HDP'ê ya Stenbolê Ronahî Tunç, derbarê kampanya û pêşbirkê de ji ajansa me re axivî. 
 
Ronahî, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser armanca kampanyayê û got: "Li bajarên herêmê û bajarên ku bêtir kurd lê dijîn bi taybetî tiryak û fihûş li pêş e. Li her kolanên Kurdistanê tiryak tê firotin û jinên ciwan li kolanan bazara bedena xwe dikin. Li metrepolên Tirkiyeyê jî cihên ku bêtir kurd lê dijîn heman tişt heye. Bi taybetî jî li her kolanê çanda kafeyê tê pêşxistin û ciwan bi medyaya dijîtal re tê mijûlkirin. Ji ber wan sedeman me kampanyaya 'Tiryakê bişkînin û jiyana nû ava bikin' da destpêkirin."
 
'Îqtîdar ji ciwanên zane ditirse' 
 
Ronahî, da zanîn ku bi kampanyayê dê ciwanan agahdar bikin û li dijî pêkanînên bi vî rengî têbikoşin. Ronahî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em tax bi tax û kolan bi kolan digerin û yek bi yek ciwanan re tên cem hevdû. Ciwan û bi taybetî jî jinên ciwan dikarin civakê biguherînin. Em hewl didin ku jiyaneke azad û ciwanên azad biafirînin. Ev tişt jî bi rêxistinkirina ciwanan pêk tê. Her wiha ligel rêxistinbûnê divê jinên ciwan xweparastinê jî pêş bixin. Ji bo me ne tenê tiryak, di dema pandemiyê de me dît ku ciwan çawa di nav medyaya dijîtal de xwe windakirine. Bi pandemiyê re ciwan li malê hatin hepskirin û hemû têkiliyên ji derve hatin qutkirin. Ji xwe îqtîdar jî vî tiştî dixwest. Naxwazin ciwan zane bin û bibin pêşengên civakê. Îqtîdar ji ciwanên zane ditirse û bi taybetî jî jinên ciwan. Ji ber tirsê jî hewl dide ku vîna jinên ciwan têk bibe."
 
'Ji bo ciwanan qadên îstîhdamê nayên vekirin' 
 
Ronahî, diyar kir ku îqtîdar ji bo ciwanan qadên îstîhdamê venake û wiha bi lêv kir: "Ji bo ciwanan qadên îstîhdamê nayên vekirin, lê cihên ku ciwan lê dixebitin jî tenê kedxwariyek heye. Ji ber qeyrana aboriyê bi taybetî li Kurdistanê gelek konfeksiyon hatin vekirin û li vir bi taybetî jî ciwan dixebitin. Li vir kedxwariyeke mezin heye. 13 û 14 saetan dixebitin û bi muçeyên kem jî dixebitin. Îqtîdar ji ciwanên bi rêxistinkirî ditirse û ji ber vê jî bêtir zextê li ciwanan dike."
 
'Ji bo jinên ciwan lîstîna futbolê girîng bû'
 
Ronahî da zanîn ku ligel her cûreyên astengiyan li qadan xebat tên meşandin û wiha axivî: "Xebatên me yên li kolan û taxan gelek caran tê astengkirin. Me li gelek bajaran turnuvayên futbolê organîze kir. Turnuvayên ku hatin lidarxistin eleqeyeke baş dît. Bi taybetî di turnuvayan de tîmên ku ji jinên ciwan pêk dihat hebûn. Li dijî gotin û pergala serdest a mêr jin bi lîstîka xwe helwesta xwe nîşan dan. Serê ewilî jinên ciwan bêbawer bûn lê piştî demekî ev tişt ji holê rabû û êdî pêve serlêdana jinên ciwan ji bo lîstîna futbolê zêde bûn. Her wiha di 24'ê cotmehê de tîmên serkeftî dê di musabakayê de bicivin." 
 
'Jiyan tenê li mal û mutbaxê ne pêkan e' 
 
Ronahî wiha bal kişand ser pêşbirka "Li dijî tiryakê, em ê bi rêya hûnerê ben cem hevdû": "Serdana pêşbirkê dê heta 25'ê mijdarê bidome. Di pêşbirkê de govend, muzîk, reqs, helbest, stran û wênekeşî heye. Di 7'ê mijdarê de bajarek bê diyarkirin û dê li vir bi pêşbazan re bên cem hevdû. Bi vê xebatê em dixwazin jinên ciwan gotinên xwe bînin ziman. Em ê nîşan bidin ku jiyan tenê li malê û mutbaxê ne pêkan e. Qadên ku dikarin xwe bi rehetî bînin ziman jî  hene."
 
Ronahî, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wek Koordînasyona Jinên Ciwan li taxan dê xebatên xwe bidomînin. Ji bo birêxistinkirina jinên ciwan dê hewldanên xwe bidomînin. Em carek din bang li jinên ciwan dikin ku bila bên di bin banê Koordînasyona Jinên Ciwan de bi civîn."