Meral Daniş Beştaş: AKP butçeyê ji şer re vediqetîne

  • 09:10 13 Cotmeh 2021
  • Ramyarî
STENBOL- Serokwekîla koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş da zanîn ku li Tirkiyeyê beşeke mezin a butçeyê ji bo şer tê veqetandin û wiha got: “Em dibînin ku hawireke lê bihayên guleyan tê pirsîn bandorek çawa li ser aboriyê dike. Em ê ya gel bidin gel û butçeyê ava bikin. Dema hawira muzakereyê pêk bê, ji şer re butçe nayê veqetandin û civak bi tehdîda jiyanê wê nejî.”
 
Ji ber polîtîkayên AKP’ê yên bi salane didome civak xizan dibe û alîgir jî dewlemend dibin. Li aliyê din jî bacên ji gel tên girtin wekhev nayê belavkirin. HDP ku her carê desthilatdariyê rexne dike, ji bo belavbûna butçeya wekhev, wê li gel guhdar bike û di dawiya salê de ji bo bibe meclîsê, li seranserê welat ji bo hevdîtinên butçeyê ‘Hevdîtina butçeyê’ da destpêkirin. HDP ku bi gelek aliyan re hevdîtin kir, bû şahid ku gel roj bi roj xizantir dibe.
 
Serokwekîla koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş der barê hevdîtin û kampanyayê de nirxandin kir.
 
‘Li pişt deriyên girtî butçe tên amadekirin’
 
Meralê destnîşan kir ku hevdîtinên butçeyê mijareke girîng a ku divê meclîs berpirsyariya wê bigire ye û got:“Di civakên demokratîk de butçeya ji bacên gel tên komkirin, bi pirsên wek ‘diçe ku ev pere? Ji bo parastina xwezayê? Ji bo  pêşîgirtina şîdeta li ser jinê? An jî ji bo pêşgirtina newekheviyê? Tê pirsîn. Divê bersiva van pirsan bê dîtin. Ji ber em di civakek demokratîk de najîn rêveberiyek demokratîk jî tune ye.
 
‘AKP ji bo xwe û alîgiran amade dike’
 
Meralê di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Me starta xebatan li çar bajaran da. AKP butçeyê ji bo xwe, alîgirên xwe, şer û rantê, li pişt deriyên girtî amade dike û dibe Lijneya Giştî. Em wek HDP'ê dibêjin ev teqez ne rast e, divê daxwazên gel di butçeyê de cih bigirin. Ji bo vê em li seranserê Tirkiyeyê hevdîtinên butçeyê pêk tînin. Di serî de li çar bajaran, Agirî, Stenbol, Mêrdîn û Enqereyê wê pêk bên. Ji bajarên din jî daxwazên bên em kom dikin.”
 
‘Ne polîtîkaya aştiyê ya şer tê meşandin’
 
Meralê daxuyakirin ku desthilatdarî bi polîtîkayên li hember kurdan, jin, xwezayê li welat şer dide meşandin û wiha dirêjî dayê: “Di rojên pêş de em ê bersiva pirsa ‘butçeya zayenda civakî divê çawa be’  bigerin. Em ê jin di vê mijarê de li Enqereyê komxebatê pêk bînin. Ew ne polîtîkaya aştiyê ya şer dimeşînin. Ji bo xwe heyî bikin butçeyê wekhev parve nakin. Em têkoşîna vê didin. Em ê butçeya gel a ku aydê gel e ava bikin.”
 
‘Tecrîd pêşiya çareseriyê digire’
 
Meralê destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin li her derê Tirkiyeyê belav bûye û ev nirxandin kir: “Tecrîda li Îmraliyê ji bo rakirina îhtîmala aştiyê ye. Dibêjin tecrîd pirsgirêka mijara kurd e. Lê tecrîd li Îzmîr, li Kayseriyê, li Trabzonê li her derê ye. Tecrîdê pêşiya çareseriya gelek pirsgirêkan girtiye.”
 
‘Bi muzakereyan wê pirsgirêk bên nîqaşkirin’
 
Meralê bal kişand ser muzakereyê û got ger ku bi Îmraliyê re muzakere pêk bê wê pirsgirêk jî bi awayekî azad bên nîqaşkirin û got: “Wek salên 2013 û 2015’an bi Îmraliyê re muzakere hebe wê pirsgirêk bi azadî bên nîqaşkirin. Wê civak tehdîda jiyanê nejî û wê ji şer re butçe neyê veqetandin. Tecrîda li ser Ocalan bi armanca bêdengkirina gelê kurd e. Armanc çewisandina dengê aştiyê û  astengkirina çarseriya demokratîk e. Polîtîkayên pêk tên  girêdayê tecrîdê ne. Em bûn şahid ku dema bihayê guleyan tê pirsîn, aborî çawa bi bandor dibe.”