'Em ê mîna Hevrîn Xelef azadiya jinê û welatê xwe biparêzin'

  • 09:04 12 Cotmeh 2021
  • Rojane
Hêlîn Asmîn
 
ŞEHBA - Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Ferîde Îbo têkildarî salvegera qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef ji ajansa me re axivî. Ferîdeyê da zanîn komplo hat xwestin bê dubarekirin û wiha got:''Di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi rêya komployekê dewletên navneteweyî xwestin Rêber Apo hedef bigirin. Ev komplo heta îro bi destên dewletên hegemonik û dewleta tirk didome. Bi êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî û hedefgirtina Hevrîn Xelef jî xwestin komployê bidomînin." 
 
Di 12'ê Cotmeha sala 2019'an de li ser rêya M4'an siyasetmedara jin di heman demê de Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef bû hedefa kemîneke plankirî û hat qetilkirin. Komên girêdayî dewleta tirk bi tundiyeke mezin Hevrîn Xelef qetil kirin. Têkildarî salvegera hedefgirtina Sekreteriya Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Ferîde Îbo axivî. 
 
'Bi şêwazek hovane Hevrîn Şehîd xistin'
 
Ferîdeyê di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser meha cotmehê ku gelek êriş û hewildanên komployê di vê mehê de pêk hatine û wiha got:"Ji dîrokê heta niha di meha cotmehê de her dem êriş hatine kirin û hatiye xwestin komploya li ser kurdan bê dubarekirin. Di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi rêya komployekê dewletên navneteweyî xwestin Rêber Apo hedef bigirin. Ev komplo heta vê rojê bi destên dewleta tirk û çeteyên wê didome. Di sala 2019'an de jî êrîşên ku li ser Serêkaniyê û Girê Spî jî pêk hatiye berdewamiya vê komployê ye. Dewleta tirk xwest careke din dîrokê dubare bike û komployê li ser gelê kurd bide meşandin. Di encama van êrîşan de jî gelek kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bûn qurbaniya vî şerê hovane. Armanca dewleta tirk a van êrîşana ew e ku gelê kurd ji ser rûyê erdê bê tunekirin. Di tunekirina gelê kurd de jî yekem jinên kurd dikin hedefa xwe. Piştî êrîşên li ser Serêkaniyê û Girê Spî pêk hat bi sê rojan dewleta tirk siyasetmedar Hevrîn Xelef a ku civak di milê siyasî de bi rêxistin dikir, xist hedefa êrîşên xwe. Bi şêwazek hovane û bi rêya kiryarên xwe ew şehîd xistin. Di hedefgirtina Hevrîn Xelef de hovîtiya Erdogan ji cîhanê re tê ragihandin. Heta niha jî dewletên berpirsiyar tu helwest li hember vê hovîtiyê nîşan nedan."
 
'Em ê mîna Hevrîn Xelef azadiya jinê û welatê xwe biparêzin'
 
Di dawiya gotinên xwe de Ferîdeyê dest nîşanî kiryarên dewleta tirk ên li kurdan bi taybet li hember jinan kir û wiha pê de çû:"Dewleta tirk ruxmî êrîşên ku di derheqê gelê kurd de pêk tîne jî lê dîsa kîna dewleta tirk li hember kurdan bi taybet jinan heye. Her siyasetmedar dibin armanca dewleta tirk û çeteyên wê, ji ber ku dewleta tirk û çeteyên wê ji jinên pêşeng ditirsin. Piştî şehadeta Hevrîn Xelef, Dayê Eqîde, Zehra, Emîne û Hebûn ên bi siyasetê mijûl dibûn jî bûn hedefa dewleta tirk a dagirker. Van jinan dixwestin civakeke siyasî ava bikin. Em di roja bîranîna Şehîd Hevrîn Xelef de hemû pakrewanên azadiyê, mirovatiyê û wekheviyê bi bîr tînin. Em soza xwe ji pakrewanên xwe re carek din nû dikin û li hember kiryarên dewleta tirk em xeta berxwedanê mezin dikin. Kîna me li dijî dagirkeriyê zêdetir dibe. Em ê bi kar û xebatên xwe ji dijmin re bibin bersiv û armancên hevalên xwe yên şehîd ketine em ê pêk bînin. Em ê rastiya hovîtiya dewleta tirk û çeteyên wê bi dinyayê bidin bihîstin û rastiya jina kurd û qehremaniya wê ya li cîhanê belav bikin. Em xwe li hember dijmin biparêzin û tekoşîna xwe mezin bikin, ji ber hedefa me azadiya jinê ye. Em ê mîna Hevrîn Xelef azadiya jinê û welatê xwe biparêzin."