Pirtûkxaneya Pêlîstokan a Tahî Elçî li benda piştevaniyê ye

  • 09:01 12 Cotmeh 2021
  • Rojane
Sema Çaglak
 
AMED - Komeleya Hêviyên Reng û Reng Pirtûkxaneya Pêlîstokan a Tahî Elçî ji nû ve saz dike. Koordînatora Giştî ya Komeleyê Yeter Erel Tuma, diyar kir ku di nav 4 salan de bi saya pirtûkxaneyê xwe gihandine bi sedan zarokan û got: "Em bûn malbatekê mezin û tora piştgiriyê her roja ku diçe mezin dibe. Em bang dikin û dibêjin ên ku dixwazin bibin parçeyekî ji vê malbatê bila xwe bigihînin me.”
 
Rengarenk Umutlar Dernegî (Komeleya Hêviyên Reng û Reng) ku di sala 2017’an de hat avakirin, li Amedê ji bo zarokan xebatên cûrbicûr dimeşîne. Komeleya ku xebatên xwe bêhtir di hêla derûnî-civakî de dide meşandin niha jî ji bo kampanyaya ‘Pirtûkxaneya pêlîstokan a Tahî Elçî’ amadekariyê dike. Pirtûkxaneya pêlîstokan ku 4 sal berê hatibû avakirin û niha wê ji nûve were sazkirin. Lewra komele ji bo nûkirina pirtûkxaneyê kampanyayek da destpêkirin. Derbarê kampanyayê de Koordînatora Giştî ya Komeleyê Yeter Erel Tuma axivî.
 
‘Şer bêtir li ser zarokan bi bandor e'
 
Yeter di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser Pirtûkxaneya Pêlîstokan a Tahîr Elçî û wiha axivî: “4 sal berê ku komeleya me hat avakirin, di heman demê de me amadekariya pirtûkxaneya pêlîstokan jî dikir. Wekî tê zanîn ji ber şerê di navbera salên 2015-2016’an de gelek windahî pêk hatin. Ligel vê mirov malên xwe, bîranîn û kêlîyên xwe winda kirin. Ev ji bo mirovan ji bo civakê gelek bûyerên xemgîn bûn. Lê belê di wê serdemê de zarok paş guh de hate hiştin. Dengê zarokan dîsa nehate bihîstin. Di wê demê de zarokan pêlîstokên xwe û li qadên lîstokan winda kirin. Texrîbata şerê herî zêde li ser zarokan bi bandor bû. Gava me ew tiştê ferq kir, hedefa me ya xebatê gihandina zarokan a ji listîkan re bû. Ji ber vê yekê me di sala 2017’an de biryar da ku pirtûkxaneya pêlistokan ava bikin. Vekirina pirtûkxaneyê meha mijdarê ya sala 2017’an de bû. Ev dem salvegera qetîlkirina Tahîr Elçî bû. Wekî tê zanîn Tahîr Elçî di heman demê aktîvîstê mafên zarokan bû. Ji ber vê me navê pirtûkxaneyê xist 'Pirtûkxaneya Pêlîstokan a Tahîr Elçî'. Bi vî şiklî me di wê warê de xebatên xwe berdewam kir.”
 
‘Endamtiya pirtûkxaneyê ji bo peşketina berpirsyariyê girîng e'
 
Yeter anî ziman ku ew çar sal in ew pirtûkxane bi awayekî rêkûpêk xebatên xwe dimeşîne û got: “Zarok ji pirtûkxaneyê pêlistokek werdigirin. Hefteyekê ew pêlîstok ligel wan dimîne û pê re dilîzin. Piştî hefteyekê din pêlîstokan carek din tînin û bi pêlîstokek din ve vediguherin. Ew tişt bi sîstema endamtiyê pêk tê. Divê di destpêkê de pêjirandina malbatê hebe lê belê di demên pêş de êdî zarok bi xwe tên pêlîstokan werdigirin û bi pêlîstokek din re vediguherînin. Bi vî şiklî em dixwazin ew berpirsyariyê bidin zarokan û zarok bi xwe fêr bibe. Gava nû me ew pirtûkxane vekir, zarokên ku pêlistokan digirtin ew pêlîstokan gelek texrîb dikirin an jî ew pêlîstokan dîsa nedianîn. Lê bi demê re êdî zarok fêr bûn û li gorî wê tevgeriyan. Dixwazim li ser vê mijarê bîranînek xwe bêjim. Rojekê zarokek pêlîstokek ji pirtûkxaneyê girt û bi lez ji komeleyê derket. Min jî meraq kir çûm lê nihêrî. Li taxa jêr cihek wek wêran hebû ew zarok pêlîstokên biribû bi hevalên xwe yên zarok re dilîst. Gelek endamên me yên pirtûkxaneyê hene û ev tişt ji bo pêşketina berpirsiyariya zarokan girîng e."
 
‘Zarok êdî li sûkê pêlîstokan naxwazin'
 
Yeter destnîşan kir ku pêlîstok ji bo pêşxistina zarokan xwedî rolekê girîng e û wiha pêde çû: “Gava em dibêjin zarok bêguman listîk û pêlîstok dikeve hişê mirovan. Lê belê mixabin di vê herêmê xwe gihandina zarokan a ji bo pêlîstokan gelek kêm e. Jixwe kesên ku di vê taxê de dijîn di hêla aborî û civakî ne bi xwedî derfetin. Pereyên dê û bav qezenç dikin jî tenê tera debara rojane dike. Ji ber vê meseleya pêlîstokan li vê derê mijarekê wek lûksê ye. Gava em li kolanan dinêrin ji bo zarokan qada lîstokê tune ye. Lê listîk û pêlîstok ji bo gihêştina zarokan xwedî rolekê girîng e. Ji ber vê yekê pirtûkxaneya pêlîstokan hem ji bo zarokan hem jî ji bo malbatên girîng bû. Malbat jî baş dizanin ku zarok herî zêde bi listokan dikarin xwe pêş bixin. Lê ji ber ku derfetên wan a di vê aliyê de qels e xwe kêm û xemgîn hîs dikirin. Nerînên ku em ji malabatan werdigirin piranî bi vî şiklî ne. Her wiha dibêjin êdî çavên zarokan ji bo pêlîstokan têr bûye. Gava di sûkê de diçin zarok êdî her pêlîstokan naxwazin. Ji ber ku dizanin ji ku dere pêlîstokan bigirin. Lewra malbat di vê aliyê de rehet bûne.”
 
‘Bi vê xebatê tora piştgiriyê hat sazkirin’
 
Yeter anî ziman ku pirtûkxaneya pêlîstokan di nava salekê de xwe gihand bi sedan zarokan û got: “Ew bi xebatek fonê dikare bê mezinkirin. Lê belê ew 4 sal in me tu xebatê fonê de cih negirt. Ji ber ku haya me ji girîngiya keda kollektîv, xebata kollektîv heye. Em bi wan pêlîstokan torekê piştgiriyê saz dikin. Di vê warê de berpirsyariya hemû kesan ji bo me gelek bi qîmet e. Xwe gihandina mafên zarokan ne tenê berpirsyariya malbat û dewletê ye. Di heman demê de ew hişmendî di nava zarokan de tora piştigiriyê ava dike. Êdî zarok bi xwe jî pêlîstokan ji pirtûkxaneyê re zêde dikin. Gava zarok xwedî hişmendiyek piştgirî û berpirsyariyê dibin em jî bi vê kêfxweş dibin. Ji ber vê jî em her sal kampanyaya xwe ya pêlîstokan dê vê gavê pirtûkxaneya xwe nû bikin. Bi pêlîstokên nû em ê pirtûkxaneya xwe ji xîzmeta zarokan re vekin."
 
‘Pirtûkxaneya pêlistok, pirtûk û duçerxî heye'
 
Yeter diyar kir ku ew di aliyê girtina pêlîstokan de çend xalên wan ên girîng hene û wiha bi lêv kir: “Çend babetên ku em girîngî didin hene. Em naxwazin pêlîstokên ku rê ji tundiyê re vedike bigirin. An jî pêlîstokên zayendparêz û mîlîtarîst nagirin. Pêlîstokên ku ji me re tên em wan ji nav cuda dixin û pêlîstokên xwe ji pirtûkxaneyê re bi cîh dikin. 3 pirtûkxaneyê me hene. Lê ez dixwazim behsa pirtûkxaneya ji bo pirtûkan jî bikim. Zarok di destpêkê de dixwazin tenê bi pêlîstokan bilîzîn lê em dixwazin wan ji xwendina pirtûkan re jî bidin elimandin. Di vê warê de em xebatên xwe dimeşînin. Di heman demê de daxwaza duçerxan jî gelek zêde bû. Lewra me pirtûkxaneya duçerxan jî çêkir. Bi vî şiklî zarok bi sîstema endamtiya mehekê dikarin ji her sê pirtûkxaneyan jî sûdê wergirin.”
 
‘Yên ku dixwazin bibin parçeyeke me bila xwe bigihînin me’
 
Yeter wiha dawî li axaftina xwe anî: "Par ji ber pandemiyê me nekarî kampanyaya xwe pêk bînin. Lê îsal bi meha îlonê re me ew kampanyayê da destpêkirin. Yên ku dixwazin di vê kampanyayê de piştgiriyê bidin me dikarin werin navnîşana me ya komeleyê an jî hêjmara komeleyê re telefonê bikin. An jî bi kargoyê dikarin xwe bigihînin me. Ez dixwazin yên ku ew çar sal in li gel me bûne û piştgiriya xwe kêm nekirine spasiya wan bikim. Em bûn malbatekê mezin, tora piştgiriyek mezin. Yên ku dixwazin bibin parçeyek ji wê malbatê bila xwe bigihînin me.”