'Em ê di 16'ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê bin'

  • 10:27 11 Cotmeh 2021
  • Rojane
Oznur Deger 
 
ENQERE - Ji mîtînga TJA'yê re ya wê bi dirûşma "Niha dema azadiya jinê ye" li Amedê bê lidarxistin demeke kin ma. Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Newroz Gulen da zanîn ji bo ciwan li dijî qirkirina jinê û fuhuşê têkoşîna xwe mezin bikin ew ê li qadan bin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma "Ji nîjadrestî û zayendperestiyê re êdî bes e. Niha dema azadiya jinê ye" dê di 16'ê Îlonê de li Amedê mîtingê li dar bixe. TJA li dijî zêdebûna hişbirê, fuhuşê, nîjadperestiyê, zayendperestiyê, polîtikayên tecrîdê û komkujiyên jinan ên bi polîtikayên îktidarê pêk tên li berxwe dide. 
 
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Newroz Gulen li ser zêdebûna hişbirê û li ser kampanyaya xwe nirxandin kir. 
 
Ji bo jinên ciwan ên hêza xeyalên wan hat dizîn pêşbirka hunerê
 
Newrozê da zanîn hinek hamle û kampanyayên Meclîsa Jinê ya HDP'ê û Koordînasyona Jinê ya HDP'ê dest pê kirine hene û wiha got:"Me bi dirûşma "Em girêdanê têk bibin û jiyana nû ava bikin" kampanya dabû destpêkirin. Armanca me ew bû ku ciwan bi çanda xwe ya resen bê gel hevdu. Yên bixwazin ji hişbirê xilas bibin divê di destpêkê de ji hişê xwe bibin û dawiyê li nexweşxaneyê ji bedana xwe. Em ê alîkariya vê yekê jî bikin. Me wekî Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li kuçeyan belavok belav kirin, civînên gel li dar xistin û me bi malbatan hevdîtin kirin. Ji bo jinên ciwan ên hêza xeyalên wan hat dizîn me pêşbirka hunerê da destpêkirin. Di hunera pêşbirkê de me xwest jin xwe bi helbest, wêne, folklor, çîrokan fikrên xwe bikaribin rave bikin û serdanan ji bo vê pêşbirkê jî dewam dike."
 
'Li dijî qirkirina jinê û şebekeyên fuhuşê em li qadan e'
 
Newrozê bal kişand ser mîtinga dê TJA'yê di 16'ê Cotmehê de li dar bixe û wiha got:"Em ê wekî jinên ciwan tevlî mîtîngê bibin. Li dijî qirkirina jinê û şebekeyên fuhuşê em li qadan e. Kampanyayên TJA pêk tînin girîng in. Jinên TJA'yî li dijî zayendperestî, nîjadperestî, qirkirina jinê gotibû 'Em xwe diparêzin'. Niha jî TJA dibêje 'Êdî bes e'. Li her derê qirkirina jinê zêde bûye. Bi taybet li Kurdistanê hem ji ber polîtîkayên taybet ên şer hem jî ji ber feodalîzmê, zihniyeta baviksalarî jin ber bi fuhuşê ve tên kaşkirin. Em jî ji bo ji vê yekê re bêjin 'bisekine' em beşdarî kampanyaya TJA'yê bûn."
 
'Em ê di 16'ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê bin'
 
Newrozê da zanîn piştî ji Peymana Stenbolê hat vekişandin şûnde kuştinên jinan zêde bûn û wiha got:"Tevî kuştina jinan zêde bûye jî îktidara heyî dibêje zêde nebûye, kêm bûye. Kuştina jinan bi xemla 'întixarê' tê xwestin bê veşartin. Siberojeke ne diyar li ser jinê tê ferzkirin, bedena jinê bazar dikin, mafê gotinê nadin jinê, jin ber bi întixarê ve tên kişandin. Ji bo em ji vana re bêjin êdî bes e em ê di 16'ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê bin."
 
'Divê jin bên rêxistinkirin'
 
Newrozê da zanîn jin bi hêz in û divê di ferqiya hêza xwe de bin û wiha bi dawî kir:"Divê jin piştevaniya xwe xurt bikin. 'Cahiltî' û 'Neçarî' hînî jinê hatiye kirin û divê jin bên gel hevdu xwe bi rêxistin bikin. Jin çiqas bi rêxistin bin ew ê enerjiya têkoşînê jî ewqas zêde be."