‘Em azadiya rêberê xwe dixwazin’

  • 09:13 9 Cotmeh 2021
  • Rojane
WAN - Jinên Mehmûdiyê (Saray) ya Wanê bertek nişanê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û gotin: “Em azadiya Rêberê xwe dixwazin.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî di 9’ê cotmeha 1998’an de neçar ma ji Sûriyeyê derkeve û di 15’ê Sibata 1999’an de radestê Tirkiyeyê  hat kirin û di navberê de 23 sal derbas bû. Jinên li navçeya Mehmûdiyê ya Wanê dijîn diyar kirin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê hîna didome û bertek nîşan dan.
 
‘Jin wê her tim rêberê xwe biparêze’
 
Selma Boguk da zanîn ku ji bo edalet pêk bê divê têkoşîn bê meşandin û got: “Abdullah Ocalan ne kesekî ji rêzê ye. Ji bo gelê kurd û jinan gelek girîng e. Em ji paradîgma azadiya jinê hêzê digirin. Tecrîd hema wisa bixwe nikare rabe. Divê têkoşîn bê dayîn. 23 sal in tecrîd heye. Ji bo tecrîd rabe rolek mezin dikeve ser jinan. Jinên ku 23 sal in rêberê xwe diparêzin ji vir şûnde jî wê biparêzin.”
 
Selmayê daxuyakirin ku AKP der barê kurdan de polîtîkaya înkar û îmhayê dimeşîne lê di dema hilbijartinan de dibêje xwişk û birayên min ên kurd. Selmayê wiha got: “Dema AKP hat desthilatdariyê ez 6 salî bûm. 20 sal derbas bû, hîna neçûye. Ji dema Komarê heta niha kurd tên înkarkirin. Soza jiyana bi hev re dan lê her tim qirkirin û komkujî pêk anîn. Li Dêrsîm, Mutkî, Roboskê. Em jin azadiya Abdullah Ocalan dixwazin.”
 
'Em bi têkoşîna xwe serbilind in'
 
Hamîde Ozay jî ev tişt bi lêv kir: “Em mafên xwe dixwazin. Em li pişt Rêberê xwe ne. Dema yekîtiya kurd pêk bê em ê bigihêjin azadiya xwe. Rojên xweş nêz in. Em azadiya Rêbertiya xwe dixwazin. Em bi têkoşîna xwe serbilind in.
 
Jina bi navê Hazal Ozay jî destnîşan kir ku kurd bi hev re tev nagerin û wiha dirêjî dayê: “Divê her kes destê xwe bide ser wijdanê xwe. Wê demê wê desthilatdariya Erdogan biguhere. Wê gelê kurd azad be. Em bi hev re têbikoşin wê gelê kurd azad bibe.
 
Yildiz Çalişkan jî wiha got: “Hemû derdê me Abdullah Ocalan e. Abdullah Ocalan rihê me ye. Em pir jê hez dikin. Divê gelê kurd bibe yek. Bû çend sal em agahiyekê jê nagirin. Bila tecrîd rabe. Êdî bes e.”