Li Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê
- 21:51 21 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Ciwan û Kongra Star di çarçoveya çalakiyên Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinan li Helebê dest bi çalakiyan kirin.
Der barê çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinan, Yekîtiya Jina Ciwan li bajarê Helebê dest bi belavkirina broşurên bi zimanên Erebî û Kurdî kirin.
Di pêngava ku bi silogana "Kombibin" a li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, li Helebê bi dehan endamên Yekîtiya Jinên Ciwan derdora 800 broşur belav kirin û banga rawestandina tundiya li dijî jin û zarokan, her wiha daxwaza tevlîbûna çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hate kirin.
Yek ji rêvebera di Yekîtiya Jinên Ciwan Şemis Elî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku belavkirina birûşûran beşek ji pêngava ku bi dirûşmeya "Kombibin" de, ku 4 mehan berdewam kir, pêk hat.
Ji bo endamên meclîs û komûnnan perwerde
Her wiha di hema çarçoveyê de Kongra Star li bajarê Helebê li ser 3 rojan dest bi perwerdeyê ji bo endamên Meclis û Komînan der barê têgeha zayendperestiyê kir.
Li gorî bernameya Kongra Star perwerde roja 21’ê Mijdarê seat 8 sibehê li ser asta Meclis û Komînan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê kir.
Yek ji rêveberên Komînên Meclisa taxa Şehîd Gelhat Elî Mistefa ku tevli bû got: armanca sereke ji perwerdeyê ku endamên komînan ji hişmendiya baviksalarî rizgar bibin.







