Li Agiriyê ‘Jin Park’ hat vekirin
- 18:18 19 Mijdar 2025
- Rojane
AGIRÎ - Şaredariya Agiriyê bi armanca ku welatî xwe bigihînin qadên civakî yên bi ewle ‘Jin Park’ vekir.
Midûriyeta Park û Bahçeyan a Şaredariya Agiriyê bi armanca ku welatî bikaribin qadên bi ewle yên civakî ‘Jin Park’ vekir. Hevşaredara Agiriyê Hazal Aras, cigirên hevşaredar, hevşaredara Giyadînê Hayat Zorbay, rêveberiya DEM Partî û DBP’ê yên Agiriyê, encamên meclîsa şaredariyê û gelek welatî tevli bûn.
Hazal Aras di vekirinê de axivî û kêfxweşiya xwe anî ziman. Hazal Aras ji bo kesên ku ked dane û hemû hevalên xwe yên ekîbê û welatiyan sipasiyên xwe kir.







