Li Hezexê civîna 25'ê Mijdarê

  • 15:52 17 Mijdar 2025
  • Rojane
ŞIRNEX - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di civîna jinan a li Hezexê de got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû hincetên ku dewletê dikir sedem ku tundî li ser civakê pêk bîne, ji holê rakir.
 
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Şirnexê di çarçoveya xebatên 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de li Taxa Yenî ya navçeya Hezexa Şirnexê bi tevlîbûna Berdevka DEM Partiyê û parlamentera Şirnexê Ayşegul Dogan civînek li dar xist. Aktîvîstên TJA'yê û Gelek jinên taxê tev li civînê bûn.
 
Ayşegul Dogan di civînê de axivî û anî ziman ku tundiya li ser jinan tenê ne kuştin û tundiya ji aliyê mêran ve tê kirin e û wiha axivî: “Tundiya li ser mafê ziman e, tundiya herî mezin li ser mafê naskirina nasnameya me ye. Îro bi giştî du mijarên me hene. Yek aştî ye, yek ji civakek demokratîk e. Li hember tundiyê li hember binpêkirina mafan têkoşîneke me ya dîrokî heye. Îro ji bo 25ê Mijdarê ev van mijaran nîqaş dikin. Divê têkoşîna me bi rojan sînordar nemîne. Armanca me, nexşerêya me xwe gehandina civaka demokratîk e.”
 
Ayşegul Dogan diyar kir ku ger jin hêviyê ji xwe nekin nikarin tundiya li ser jinan bidin bidawîkirin û got: “Divê destpêkê em hêvî bikin ku em dikarin vê tundiyê bi dawî bikin. Baweriya me bi me were. Ger em vê hêviyê di xwe de nebînin, ne em dikarin tundiya li ser xwezayê bisekinînin, ne em dikarin tundiya li ser jinan rawestînin, ne em dikarin rizîbûna civakê rawestînin û em nikarin pêşerojek nû ji bo ciwanên xwe ava bikin.”
 
Ayşegul Dogan di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan perwerdeya ku ji bo rizandina civakê li ser gel bû rakiriye û ev yek anîn ziman: “Hinceta dewletê ya rizandina dewletê şerê heya niha bû. Rêzdar Ocalan çi kir? Ev perde kişand û însiyatîfek welê girt ku niha her tişt tazî derket holê, civak çawa riziya ye. Her car bersiva desthilatdaran ji bo tundiya li ser civakê dibû çi? Şer heye ji ber wê yekê, em miletê xwe mudafa dikin ji ber wê yekê. Parastina erdnîgariya Tirkiyeyê bi zîhniyeta ewlehiyê digirtin, bi tang topan. Êdî ji bo van tundiyan tu hincetên dewletê neman û ew perde hat rakirin.”
 
Jinên taxê ku tev li civînê bûn nêrîn û fikra xwe ya derbarê 25ê Mijdarê û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de anîn ziman. Piştre civîn bi dawî bû.