Ji TJA’yê li Sêrtê bernameya 25'ê Mijdarê

  • 12:10 16 Mijdar 2025
  • Rojane
 
SÊRT- TJA’yê di çarçoveya çalakiyên 25ê Mijdarê’de li Sêrtê bernameyek li dar xist û bal kişand li ser  girîngbûna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. 
 
Meclîsa Tevgera Jinên Azad (TJA) a Sêrtê, di çarçoveya çalakiyên 25ê Mİjdarê Roja Têkoşîna Şîdeta li Ser Jinan a Navneteweyî  li taxa Alan a Sêrtê civîn li dar xist. Hevseroka Partiya Demokrasî û Wekhevî ya Gelan (DEM Parti) a Sêrtê Rewşan Aslan, Hevşaredara Sêrtê ya ji pewyir hate durxistin û qeyûm hate tayînkirin Sofya Alagaş, Berdevka Meclîsa TJA’ye ya Sêrtê Kiymet Mut, endama Meclisa Giştî ya Sêrtê Zekiye Altan beşdarî civînê bûn. 
 
Sofya Alagaş di axaftina xwe de baş kişand li ser wate û girîngiya 25ê Mijdarê. Sofya Alagaş, diyar kir ku îsal wateya 25ê Mİjdarê cudatir e û  baş kişand li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Sofya Alagaş, anî ziman ku înşakirina aştiyê dê sînorên qadên têkoşîna li dijî şîdetê berfireh bike û şîdetê kêtir bike. Sofya Alagaş destnîşan kir ku herî zede pêdiviya jiyan bi aştiyê heye û ji ber vê yeke jî divê jin bêhtir dengen xwe xurt bikin. 
 
Sofya Alagaş herî dawî anî ziman ku dê di 25ê Mİjdarê  de meşeke li dar bixin û xwest hemû jin beşdarî meşe bibin. 
 
Civîn bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.