Newaya Jin bi manşeta 'Parastina cewherî mafê hebûnê ye' derket
- 09:39 1 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Newaya Jin di hejmara xwe ya 260'emîn de bi manşeta bi navê "Parastina cewherî mafê hebûnê ye" gihîşt ber destê xwendevanên xwe.
Rojnameya Newaya Jin di hejmara 260'emîn de bi manşeta "Parastina cewherî mafê hebûnê ye" gihîşt ber destê xwendevanên xwe. Di hejmara nû ya rojnameyê de bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê, tundiya ku jin lê rast tên û rêbazên têkoşînê yên li hemberî vê yekê hate nirxandin. Rojnameyê di vê çarçoveyê de ji Kurdistanê heta bi Ewropayê, ji Îranê heta bi herêmên cuda yên cîhanê cih da têkoşînên jinan.
Yek ji nivîsên balkêş ên hejmarê nivîsa Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê (SAMER) Yuksel Genç e, ku bi sernavê "Jin di bin siya qeyÛman de: Qada cemaweriyê ya tengbûyî, newekheviya kûrbûyî û jinûve xurtkirina piştevaniyê" hate weşandin.
Genç di gotara xwe de bandora polîtîkayên qeyûm li ser jiyana jinan û bidawîkirina polîtîkayên jinê li asta xwecihî nirxand.
Di nivîsê de hate ragihandin ku têkoşîna li dijî tundiya li jinê tenê bi hewldanên şexsî nameşe; pêwîstî bi daîmiya saziyî, berpirsyariya cemaweriyê û piştevaniya jinê heye.
Nivîskar Ezda Baran jî polîtîkayên tundiyê yên li herêmên cuda yên Kurdistanê yên li dijî jinan vegot. Baran li gel sedemên tundiyê, her wiha rê û rêbazên rêxistinbûn û xweparastinê yên jinan jî destnîşan kir.
Di nivîsa xwe ya bi sernavê "Ji bo jiyanê, niha dema azadiya jinê ye" Baran diyar kir ku feraseta baviksalariyê qadên jiyanê bi temamî dorpêç kiriye û ragihand ku jin ji bo karibe hebûna xwe biparêze xweparastin jê re pêwîstiyek e.
Di beşa têkildarî Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ya rojnameyê de Berdevka Çapemeniyê ya PJAK'ê Gelawêj Ewrîn bi wesîlya 25'ê Mijdarê gotarek nivîsî.
Di nivîsa bi sernavê "Tundiya sîstematîk gihîştiye lûtkeyê" de darvekirina jinan a li Îranê, kuştina jinan, tundiya li nava malbatê, girtin û zexta li aktîvîstên jin hate nirxandin.
Hate ragihandin ku Îran di mijara darvekirina jinan de li rêzên destpêkê yên cîhanê ye û tenê di sala 2025'an de herî kêm 61 jin hatin darvekirin. Di nivîsê de hate gotin, jin bi hincetên têkildarî sûcdariyên 'kisas' û 'narkotîkê' hatin darvekirin.
Di nivîsê de rewşa aktîvîstên jin ên Kurd Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî hate vegotin ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.
Di rûpelên Ewropayê yên rojnameyê de cih ji çavdêriyên têkildarî Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê re hate dayin ku di 16-18'ê Cotmeha 2026'an de li bajarê Haelen ê Hollandayê hate lidarxistin.
Konferansa ku ji zêdeyî 10 welatên Ewropayê nêzî 150 delege û nûnerên tevgera jinê tevlî bûn, bi dirûşma 'Di avakirina jiyana komînal û azad de rola Jineolojiyê' hate lidarxistin.
Rojnamevan Seval Balci di nivîsa xwe ya têkildarî konferansê de li ser bingeha azadiya jinê hilberîna agahiya alternatîf û lêgerîna veguherîna civakî nirxand.
Di beşa forûmê ya rojnameyê de nirxandina Rêber Apo ya têkildarî jinê ya 23'ê Çileya 1994'an hate weşandin.
Di nirxandinê de ku bi sernavê "Şoreşa herî mezin a civakî şoreşa jinê ye" hate weşandin, li gel jiyana çandî û aborî ya jinan her wiha rola wan a di azadkirina civakê de jî hate nirxandin.
Ji nivîskarên rojnameyê Haskar Kirmizigul jî bi wesîleya 25'ê Mijdarê li ser qirkirina jinê û têkoşîna jinê ya enternasyonalîst nivîsî.
Kirmizigul anî ziman ku li dijî hilweşîneriya modernîteya kapîtalîst a li ser jin, civak, xweza û zanînê işaret bi pêwîstiya fikirîn, hilberîn û berxwedanê kir.
Di nivîsê de hate destnîşan kirin ku dema enternasyonalîzm a di xwezaya têkoşîna jinê de heye veguhere stratejiyeke zane, rêxistinbûyî û çalakiyê dikare pêşketinên girîng bi xwe re bîne.
Newaya Jin cihekî berfireh da bûyerên di rojeva cîhanê de ne.
Li gel çalakiyên ciwanan ên li Fransayê, sedem û daxwazên çalakiyên ciwanan û nêzîkatiya dewletê, daxwazên tevgerên jinan ên têkildarî guhertina qanûnî ya li ser tundiya li jinê di rûpelên rojnameyê de hatin weşandin.
Di rûpela cîhanê de her wiha hevpeyvîna bi Ayni Apahtli Ruiz Reyes a Meksîkayî ya li Parîsê dimîne hate weşandin ku hevpeyvîn bi sernavê "Şamanek, jineke şîfakar" hate weşandin. Ruiz Reyes qala şêweyê bawerî û jiyanê ya li ser têkiliya tiba Aztek a kevneşop (Nahuatl) û şîfayê vegot.
Ziman û wêje
Ziman û wêje di hejmara 260'emîn a Newaya Jin de bû yek ji sernavên girîng.
Roza Metîna di nivîsa xwe de ya bi sernavê "Ziman û Wêje" hate weşandin, destnîşan kir ku ziman û wêje du têgînên girîng in ku hevdu temam dikin.
Metîna ziman weke bingeha nasname û fêhmkirina jiyanê, wêje jî weke qadeke li ser dewlemendiya ziman afirandî pênase kir.
Bermal Çem jî di nivîsa xwe de ya bi sernavê "Li Ewropyaê çanda Kurdî" ragihand ku jinên Kurd di herikîna dîrokê de yek ji hilgirê civak û çandê ye.
Çem diyar kir ku paşeroja muzîka Kukrdî tenê bi dubarekirina berhemên berê garantî nabe û diyar kir ku ji bo nifşên nû muzîka xwe hilberîne divê derfetên perwerdeyê bêne afirandin.
Endama Akademiya Zanistên Civakî Viyan Lolan di nivîsa xwe de ya bi sernavê "Ji misogeriya hebûnê ber bi vejîna azadiyê ve" pirsgirêkên ku ji ber feraseta netewe-dewletê li Rojhilata Navîn hatin afirandin û pêvajoya avakirinê ya aştî û civaka demokratîk nirxand.
Di nivîsê de li ser têkiliya navbera azadiya jinê û azadiya civak û welat nirxandin hate kirin.
Ji dîrokê heta niha berxwedana jinan
Sebelan Kiliç di nivîsa xwe de ya bi sernavê "Sembola wêrekî û serîhildanê: Sojourner Truth) jiyana parêzvana mafên jinan û dijberê kolektiya li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Sojourner Truth nirxand.
Di nivîsê de ji jinên Kurd heta bi Hindistan, Polonya, Arjantîn û Şengalê qala berxwedanên cuda yên jinan hate kirin.
Fîdan Yildirim jî li ser Helen Bamber nivîsî ku yek ji kesayetên girîng ê têkoşîna mafên mirovan e.
Karên Bamber ên bi kesên ji Holokostê rizgar bûn, penaberan, mirovên ji şer bi bandor bûn, mexdûrên bazirganiay mirovan, mexdûrên sinetkirina jinan, destavêtin, êşkence û qirkirinê re meşandî hate vegotin.
Di rûpela dawî ya rojnameyê de Jiyan Çiya (Salîha Kaytan) a ku Tebaxa 2019'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, bi pênûsa Hêlîn Dersim hate vegotin.
Di nivîsa bi sernavê "Hilgira jiyana bêhesab û bê berjewendî: Dr. Jiyan" de qala Jiyan Çiya hate kirin ku hem weke doktorekê hem jî weke fermandarekê cihekî çawa di jiyana hevrêyên xwe de girt.
Di nivîsê de nirxên ku Jİyahn Çiya li derdora xwe afirand, feraseta wê ya têkoşînê û kêfxweşiya wê ya jiyanê hate vegotin.







