‘Mafê tenduristiyê ji holê hatiye rakirin’

  • 09:04 9 Nîsan 2018
  • Tenduristî/Werzîş
Duygu Cînîvîz
 
AMED - Hevseroka SES’ê ya Amedê Gonul Adibellî  der barê pirsgirêkên qada tenduristiyê de nirxandin kir û diyar kir ku di çarçoveya veguhestina tenduristiyê de mafê tenduristiyê bi giştî ji holê hatiye rakirin. 
 
Hevseroka SES’ê ya Amedê Gonul Adibellî destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê bi projeya dawî ya ‘veguhestina di tenduristiyê de’ mafê tenduristiyê bi giştî ji holê rakiriye û got ev pêkanîn wê bandorek cidî li ser kedkarên tenduristiyê, nexweş û xizmên nexweşan bike. Di çarçoveya vê projeyê de wê di nokteya xizmeta tenduristiyê de zehmetî bên kişandin û ev pergal mafê tenduristiya gel nade.”
 
‘Maf hat astengkirin’
 
Gonulê di berdewamiyê de balkişand ser OHAL û îxracê di qada tenduristiyê de û ev tişt bi lêv kir: “Bi îxraca kedkarên tenduristiyê re gelek pirsgirêk hatin jiyîn. Di serê van pirsgirêkan de em dikarin van mînak nîşan bidin; Li hinek beşên nexweşxaneyan carna yek hekîm dixeibtîn û bi îxracan re valahiyên mezin di qada tenduristiyê de çêbûn. Dîsa ji bo valahî tije bibe bar zêdetir ket ser milê hevalên me û pêşiya nobedariyê hat vekirin.”
 
Gonulê di berdewamiyê de bi lêv kir ku di sala 2003’an de Bernameya Veguhestina di Tenduristiyê de tevî hemû îtîrazan ketiye jiyanê û bi vê pergalê re xizmeta tenduristiyê ya bi kalîte dikeve û em jî ji bo xizmeta kalîte bidin welatiyan em li dijî vê pergalê derdikevin.
 
Gonulê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di demên dawî de nexweşxane li derveyê bajar tên çêkirin. Ev ne raste. Ev pêkanîn xizmeta tenduristiyê asteng dike.  Divê xizmeta tenduristiyê mirov bikaribin xwe bigihîninê.”