Derdora Bendava Tişrînê hat bombebarankirin

  • 14:18 11 Çile 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku ji Cizîrê welatî gihaştin nobeda li Bendava Tişrînê, Tirkiyeyê derdora bendavê bombebaran kir.
 
Duh bi sedan kes ji Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan, Hesekê, Şedadê û Amûdê çûn kantona Tebqayê. Gel vê sibehê jî ji bo protestokirina êrişên Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê, çûn Bendava Tişrînê. Gelê ku gihaşt bendavê, beşdarî çalakiya nobedê bû. 
 
Piştî ku gelê herêmê beşdarî nobedê bû, balafirên şer gelek cihên derdora bendavê bombebaran kirin.