Têkoşîna Behrareş ya li dijî penceşêrê: Ne nexweşxane heye û ne jî doktor

  • 09:23 11 Cotmeh 2017
  • Tenduristî/Werzîş
 
Evrîm Kepenek
 
ARTVÎN - Li Rojhilatê Behrareş ku hejmara kesên bi nexweşiya penceşêrê zêde ye, nexweşxane û doktorên ku pirsgirêkên nexweşan çareser bikin tune ne. Aysun Paksoy ya li dijî penceşêrê têdikoşe wiha got: “Pêvajoyek dirêj  û zehmet e. Divê doktorek binêre lê her tim diguhere. Dibêjin dermankirina penceşêrê belaş e. Lê derew e. Pêvajoyeke ku sebrê dixwaze ye.”
 
Nexweşên penceşêrê yên girêdayî gundê Erziromê û Artvînê diçin nexweşxaneya dewletê ya li Artvînê. Ancax li van nexweşxaneyan tenê pirsgirêkên lezgîn tên çareserkirin. Mînak nexweşên penceşêrê yên divê demek dirêj bên dermankirin, nayên dermankirin. Ji xwe beşeke Onkolojiyê ya bi nexweşên penceşêrê re eleqeder bibe jî tune ye.
 
Li Hopayê nexweşxane heye lê beş û doktor tune ye.
 
Li Hopayê nexweşên penceşêrê zêde ne û di demek kurt de jî nexweşxaneyek hat vekirin. Li gorî daneyên fermî  li nexweşxaneya 55 nivînî, serwîsa onkolojiyê heye lê doktor tune ye. Nexweş ji ber vê diçin Rîzeyê.
 
Li Rîzeyê Onkolojî heye lê doktorên mayînde tune ne.
 
Li Rîzeyê beşa Onkolojiyê û gelek doktor û hemşîre hene. Lê nexweşên diçin nexweşxaneyê doktorên ku çareyekê dibînin cara din nabînin.
 
Nexweşxaneya Farabî ya li Trabzonê jî yek ji nexweşxaneya herî kevn a herêmê ye. nexweşxên ji Ordu û Gîresunê tên beşa Onkolojiyê bi gelek pirsgirêkan re tên rû hev.  Xizmekî nexweş wiha got: “Nexweşxane pir mezine. Tuwalet ji odeyên nexweşan gelek dur in. Heta nexweş diçin zehmetiyan dikişînin.
 
Aysun: Pêvajoyek ku sebrê dixwazeye
 

Nexweşxa penceşêrê Aysunê wiha got: “Gelek nexweş piştgiriya psîkolojîk digirin.  pêvajoyek dirêj û zehmete.  Di pêvajoya nexweşiyê de divê sebra mirovan hebe.  Kemoterapî  3-4-6 mehan berdewam dikin. Pêvajoyek dirêj  û zehmete.Divê yek doktorek binêre lê her tim diguhere. Dibêjin penceşêr belaşe. Derewe. Pêvajoyeke ku sebrê dixwazeye.””