Rojnamegerên hatin qetilkirin hatin definkirin

  • 16:17 11 Çile 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ên hatin qetilkirin, li Qamişloyê bi beşdariya bi hezaran kesî, hatin definkirin.
 
Cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nüce dişopandin di encama êrişa hewayî ya artêşa tirk de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê hatin definkirin.
 
Cenazeyên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku daxwaza definkirina wan li axa lê ji dayik bûn ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistana Federe û Tirkiyeyê ve hatibû astengkirin, li Qamişloya ku lê dixebitîn hatin definkirin.
 
Bi hezaran kes û hempîşeyên rojnamegeran beşdarî merasîma definkirina cenazeyan bûn.