Li dijî êrişa li ser apê Rojîn Kabaiş daxuyanî hat dayin
- 20:53 9 Mijdar 2026
- Rojane
STENBOL - Jinên li dijî êrîşa fîzîkî ya li ser apê Rojîn Kabaîş, Ahmet Kabaîş derketin wiha gotin: “Hûn ev du sal in kê diparêzin? Hûn hewl didin çi veşêrin? Em ê ji bo Rojîn Kabaiş dadmendiya rastîn bi dest bixin.”
Komîsyona “Ji bo Rojîn Kabaiş edalet”, ji bo şermezarkirina êrîşa li ser Ahmet Kabaiş û nîşandana piştevaniya bi malbatê re, li Meydana Azadiyê ya Bakirkoyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Malbata Rojînê ne bi tenê ye! Têkoşîna me ya ji bo dadmendiya rastîn a ji bo Rojin Kabaiş nayê rawestandin!” hat hilgirtin. Beşdaran gelek caran dirûşmên wekî “Rojin Kabaiş serhildana me ye”, “Em dev ji Rojinê bernadin”, “Kuştina jinan siyasî ye”, “Têkoşîna me ya ji bo dadmendiyê nayê rawestandin” berz kirin.
Şeymanur Çoban, li ser navê komîsyonan daxuyaniya çapemeniyê xwend.
‘Kesên ku sûcdaran diparêzin, hevkarên vê êrîşê ne’
Şeymanur Çoban, di dema xwendina daxuyaniya çapemeniyê de, bal kişand ser wê yekê ku kesên berpirsiyar di mirina gumanbar a Rojin Kabaiş de ya ku li Wanê di şert û mercên nezelal de jiyana xwe ji dest da ev zêdetirî du salan e tên parastin û hewldan tên kirin ku ew ji sûc bên paqijkirin. Şeymanur Çoban diyar kir ku gefên sîstematîk ên li dijî malbatê, li ber çavên rayedaran veguherîne êrîşa fîzîkî; her wiha tekez kir ku ev êrîş ne tenê malbata Rojîn Kabaiş, lê her wiha jinên ku ji bo edaletê têdikoşin û bi giştî tevahiya civakê dike hedef.
‘Em ê ji bo Rojînê dadmendiya rastîn bi dest bixin’
Şeymanur Çoban bi tekezî got ku ew ê dev ji têkoşîna xwe ya ji bo dadmendiyê bernedin û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî anî: “Weke kesên ku têkoşînê xurtir dikin ji bo Rojînê, ji bo hemû mirinên jinan ên bi awayekî gumanbar, ji bo hevdu û ji bo jiyana xwe em natirsin. Em ê, bêguman, ji bo Rojîn Kabaiş dadmendiya rastîn bi dest bixin.”







