Piştî vîrusa Korona li dermanxaneyan bihayê derman zêde bûn

  • 09:18 1 Adar 2020
  • Tenduristî/Werzîş
AMED - Dermanfiroş Umran Duran got alavên tibî yên ji bo parastina vîrusa Korona gelek biha bûne û got: “Li Tirkiyeyê rûpûşên tên hilberandin îxracê derveyê welat dikin û kesên vê ji bo derfeta xwe bi kar tînin jî bi armanca bazirganiyê stok dikin. Van pêkanînan jî rê li ber bihabûna alavên tibî vekir.”
 
Vîrusa Korona ku li bajarê Wuhan a Çînê derket şûnde li welat belav bû û mirin jî zêde dibin. Li gorî Rêxisina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Ji 28’ê Sibatê heta niha li cîhanê 2 hezar û 791 kesî ji ber vîrusê jiyana xwe ji det dane û 78 hezar û 959 bûyerên vîrusa korona hatiye tespîtkirin. Mirov piştî vê bi rê û rêbazên cuda xwe diparêzin û alavên tibî jî girêdayê vê zêde bûn. Dermanfiroş Umran Duan Yalin rewş nirxand û rêbazên xweparastinê vegot.
 
‘Bi armanca bazirganiyê biha zêde dibin’
 
Umranê got vîrus bûye sedema mirina hezaran û got: “Bi dehezaran kes bi vîrusê ketine. Zanist ji bo pêşîgirtinê li ser deman û aşiyan dixebitin. WHO der barê vê de hîna daxuyanî nedaye. Mirov bi tirs û fikar dijîn. Di firotina rûpûş, destmal û dezenfekteyan de daxwazek mezin heye. Rûpûşên li welat tê hilberandin tê îxrackirin û mixabin hinek kes ev kirine rewşa bazirganiyê û stok dikin. Mixabin vê jî rê li ber bihabûna alavan vekiriye. Em dermanxane jî bi bihayên normal firotina wan dikin.”
 
Umranê got piştî ku daxwazek mezin li hember alavan derketiye, alavên zextê hatine hilberandin û ketine piyasayê û di rewşên wisa de kesên dixwazin qezencê bikin alavên sixte hilberandine. Umranê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Der barê van alavan de fikra min tune ye. Lê divê rûpûş ji Enstutiya Standartên Tirk (TSE) erêkirinê bigire. Divê mirov li vê baldar bin. Li bajar 300 dermanxaneyên me hene. Gelê me dikare ji van deran agahiyan bigirin. Bihayên fermî jî zêde bûne. Her meha sibatê bihayê dermanan zêde dibe. Yanî biha li gorî rêjeyekê diguherin. Di rewşên wisa de divê bihayên dermanan bên îdealîzekirin.”
 
‘Nîşaneyên vîrusê wek a şewbê ye’
 
Umranê diyar kir ku tê gotin ku vîrusa Korona ji sewalan derbasî mirovan dibin û dema derbasî mirovan dibin rastî mutasyonê tên û got: “Nîşaneyên wê wek ya şewbê ye. Lê hîn bêtir giran in. Germahiya bilind, vereşîn, êşa beden û westandin nîşaneyên wê ne. Hemû kesê bi vîrusê dikevin namirin. Kesên nexweşiya wan a kronîk heye, kesên kemoterapiyê dibînin, nexweşên astim û koahê, kal û pîr û zarok di bin rîskê de ne.”
 
‘Divê vîtamîna C zêde bê girtin’
 
Umranê wiha dawî lê anî: “Li cihên qerebalix divê em destên xwe nedin hev. Destên xwe divê herî kêm 30 saniyeyî bişon. Divê destmalên yek carê, bên bikaranîn. Divê di çente de destmalên dezenfekte yên alkolî hebin. Divê vîtamîna C zêde bê bikaranîn. Av zêde bê vexwarin.”