MKG: Tundiya li hemberî rojnamegerên jin zêde bûye
- 13:37 10 Çile 2025
- Rojane
NAVNDA NÛÇEYAN - MKG'ê bi wesîleya 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin zextên li ser rojnamegerên jin û binpêkirinên mafan ên di sala 2024'an de pêk hatin, anî rojevê. MKG got, "Rojnamegerên jin nikarin bên bêdengkirin, Çapemeniya Azad nikare bê radestkirin."
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi wesîleya 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên dixebitin daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de zêdebûna zextên li ser rojnamegerên jin û binpêkirinên mafan ên di sala 2024’an de hatin rojevê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rojnamegerên jin li qadê, li girtîgehan û li derdorên dîjîtal dibin hedefa tundiya fizîkî û derûnî û wiha hat gotin, "Rojnamegerên jin ji bo ku karê xwe bikin, neçar in ku têkoşînê bidin, ji bo ku mafê xwe yê jiyanê biparêzin."
Binpêkirin zêde dibin
Di daxuyaniyê de ku rapora sala 2024'an a ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) ve hat weşandin de, têkildarî binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran ev tişt hatin parvekirin: “Di salekê de 49 rojnameger hatin binçavkirin, 30 rojnameger rastî êrîşa fîzîkî, 45 rojnameger hatin binçavkirin. rojnameger rastî muameleya xerab hatin û der barê 37 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin. Rojnamegerên li girtîgehan bi binpêkirinên mafan ên giran re rû bi rû man."
Radestnekirina cenazeyan hat rexnekirin
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di sala 2024'an de êrîşên fîzîkî yên li hemberî rojnamegeran şopên kûr hiştine. Radestnekirina cenazeyê rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di 19’ê Kanûna 2024’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dabûn, radestî malbatên wan nehatin kirin û evmînaka hovane ya polîtîkayên zextê ye.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di 23’ê Tebaxa 2024’an de li Silêmaniyê di êrîşek din a SÎHA'ym de rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn bûne hedef û di berdewamiyê de ev tişt hat gotin: "Vê komkujiyê bi awayekî zelal derxist holê ku jinên rojnameger ên ku têkoşîna xwe ya ji bo bibin dengê gel didomînin di bin çi gefê de ne."
Têkoşîna Pexşan Ezîzî hat silavkirin
Di daxuyaniyê de ku her wiha bal hat kişandin ser zextên navneteweyî yên li ser rojnamegerên jin û cezayê darvekirinê yê li rojnameger Pexşan Ezîzî ku li Îranê tê girtin hat birîn, hat diyarkirin ku bi vê biryarê zextên li ser rojnamegeran careke din aşkere bû û ev tişt hatin gotin: “Dengê Pexşan Ezîzî yê ku heqîqetê diqîre, parçeyek ji têkoşîna hemû rojnamegerên jin ên ku hewl tê dayîn bên bêdengkirin e.
'Çapemeniya azad nayê bêdengkirin'
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rojnamegerên jin li gel hemû zextan jî wê nivîsandina heqîqetê bidomînin û ev peyam hat parvekirin: “Weke rojnamegerên jin em ê tevî hemû zextan jî bibin dengê jinan, gelan û bindestan, her cure zext, êrîş û gefan. Rojnamegerên jin nikarin bên bêdengkirin, Çapemeniya Azad qet nikare bê radestgirtin!”