Li Wanê mirina zarokan zêde dibe divê tedbîr bên girtin

  • 09:11 8 Nîsan 2019
  • Tenduristî/Werzîş
WAN- Hevseroka SES'ê ya Wanê Fatma Arslan diyar kir ku li Wanê rêjeya mirina zarokan li gorî Tirkiyeyê bilinde û got divê gelek tedbîr bên girtin. Fatmayê destnîşan kir ku ji bo pêşî li mirina zarokan bê girtin divê xizmetên tenduristiyê yên parastinê baş bên cih.
 
Li Wanê mirina zarok û pitikên zêde ye. Tirkiye di mirinên zarok û pitikan de li Ewropayê di rêza yekem de cih digire û Wan jî di nav bajarên Tirkiyeyê de di rêza yekem de cih digire. Di nav sedemên mirinan de kêmbûna doktor û personelên tenduristiyê, zewaca bi xizman re, zewaca di temenê biçûk de kêbûna malên tenduristiyê hene.
 
Hevseroka SES'ê ya Wanê Fatma Arslan da zanîn ku li gorî daneyên dawî li Wanê mirina zarokan ji hezarî 10 e û ev rêje gelek zêde ye. Fatmayê da zanîn ku ji sedî 40’ê mirina bebekan di dema perînatal de ( hefteya 20’emîn a ducaniyê û piştî welîdînê di navbera 7 rojan de) pêk tê. Ji sedî 20 jî ji ber pisgirêkên konjentînal pêk tên.
 
‘Gelek sedemên wê hene’
 
Fatmayê got zewaca di temenê biçûk de, ducaniya di demên dereng de, pirsgirêkên tenduristiyê yên dayikê, cigare, bikaranîna alkolê û gelek pisgirêkên din rê li ber van mirina vedikin. Fatmayê wiha got: “Di meha 3’emîn a ducaniyê de jin rastî radyason, xwedîbûnek xels û bêxwînê tên. Di dema welîdînê de li malê welîdîn. Piştî welîdînê jî rîskên herî mezin faktora nexweşxaneyê ye. Nedayîna şîrê dayîkê, xwedîbûnek qels û enfeksyon, şopandina bebekê faktorên girîngin. Pêngava herî girîng ya ji bo kêmkirina mirina bebekan, pêkneanîna xizmetên tenduristiyê yê ya parastinê ye. Berpirsyariyên girîng yên hekîmên malbatê di vir de heye. Ligel vê zewaca zû û zewaca bi xizman re tên kirin faktorên cidî ne. Her wiha divê îstîhdama doktor û xebatkarên tenduristiyê jî bên zêdekirin.”