ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2025'AN

  • 09:00 11 Çile 2025
  • Rojev
 
* Jinên ji Wanê ji bo piştgiriyê tevli çalakiya nobetê ya li Pirsûsê ya li dijî êrişên li hember Rojava bûn wiha gotin: “Em naxwazin zarokên me bimirin. Divê gelê Kurd bibin yek. Em van tiştên tên kirin qebûl nakin.” BI DÎMEN 
 
*Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Feray Mertoglu, diyar kir ku piştî serdana Îmraliyê ji ser peyama hatiye şandin ji bo aştiyeke mayîn de divê hemû dînamîkên civakê ol û mîsyona xwe bîne cih û got: “Hem li Rojhilata Navîn hem li Tirkiyeyê divê em şertên aştiyê ava bikin. Di vê pêvajoyê de divê her kes berpirsyariya xwe bîne cih.” BI DÎMEN 
 
*Li diji desteserkirina şaredariya Akdenîzê gelê ku li ber şaredariyê kom bû dest bî çalakîyan kîr, diyar kir ku ew paşve gavê navêje û got, "Em serî natewînin heta ku em mafê xwe bi dest nexin em ê çalakiya xwe bidomînin." DÎMEN HEYE