Gumanbarê ku Rabîa Yeşîldal qetil kir hat girtin
- 18:03 29 Mijdar 2026
- Rojane
AKSARAY- Gumanbar Necatî Doganay ku Rabîa Yeşîldal qetil kir hat girtin.
Duh li Aksarayê Necatî Doganay, Rabîa Yeşîldal bi çekê qetil kir. Gumanbar hat binçavkirin û cenazeya Rabîa Yeşîldal jî rakirin morga nexweşxaneyê û piştre li gundê Karkin hat definkirin.
Gumanbar piştî kar û barê îfadeyê sewqê edliyeyê hat kirin û ji aliyê Dadgeriya Ceza Sulh ve hat girtin.







