Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

  • 10:11 29 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 196'emîn a Kovara Jinê bi sernavê bergê "Ev budçeya ji bo kê ye? Jin tiştê mafê wê ye dixwaze!" hate weşandin.
 
Hejmara 196'emîn a Kovara Jinê bi sernavê bergê "Ev budçeya ji bo kê ye? Jin tiştê mafê wê ye dixwaze!" hate weşandin. Hejmara nû ya Kovara Jinê balê dikişîne budçeyê. Di hejmara nû ya Kovara Jinê de, jin mijarên wekî xizanî û keda jinan, mafên nafeqeyê, pêdiviyên zarokan û perwerdehiya bi zimanê dayikê û aştî û edaleta civakî ya bi rêya bandorên civakî yên polîtîkayên budceyê vedikole.
 
Hemû sernavên di kovarê de wiha ne:
 
Zayenda Xizaniyê / Şîlan Geçgel
 
Yek Hebû Yek Tunebû; Di Budçeyê de Zarok Dîsa Tune ne / Bêritan Guneş
 
Nefeqe Ne Lutfek e, Maf e; Em Dev Jê Bernadin / Dilan Kunt Ayan
 
Nan, Aştî û Edalet : Ji Misircê Heta Bronxê Têkoşîneke Ji Dil  / Fatma Ayparçasi
 
Hejmar, Analîz, Polîtîkayên Zayendperest / Adalet Kaya