Dayikên Şemiyê: Em dev ji lêgerîna heqîqetê bernadin

  • 13:12 28 Mijdar 2026
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1131'emîn a çalakiya xwe de gotin: "Em dev ji lêgerîna heqîqetê bernadin." 
 
Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1131'emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD'ê ya Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Dayikên Şemiyê di hefteya 1131'emîn de bertek nîşanî gotinên Wezîrê Karên Hundirîn Mustafa Çîftçî dan ku wezîr îdia kiribû ku Hasan Ocak û Hayrettîn Eren nehatine binçavkirin.
 
Daxuyaniya vê hefteyê endama Komîsyona Windayan a ÎHD'a Stenbolê Sebla Arcan xwend.
 
Sebla Arcan anî ziman ku di hefteya 1131'emîn de ji bo heqîqet û dadê li vir in û wiha got: “Şahîd, delîl, raporên TBMMê û biryarên dadgehên Ewropayê hene, lê ji bo derxistina heqîqetê tu gavên pêwîst nehatine avêtin. Ji roja ku windayên me hatine binçavkirin ve em bi înkarê re rû bi rû ne. Ev jî pêşiya lêpirsînan digire. Bêbandorkirina lêpirsînan jî polîtîkayên bêcezahiştinê derdixe pêş. Înkarkirina binçavkirina Hasan Ocak û Hayrettîn Eren û vekirina lêpirsînê derbarê Fehmî Tosûn de piştî 29 salan, ev tevahî girêdayî polîtîkayên bêcezahiştinê ye. Malbatên Hasan Ocak, Hayrettîn Eren û Fehmî Tosûn li Komîsyona Meclisê hatin guhdarkirin. Paşê parlamenterê Yenî Partiyê Okan Konûralp ji Wezaretê Karên Hundirîn re pêşniyazname da. Wezaretê got ku Hasan Ocak û Hayrettîn Eren nehatine binçavkirin û derbarê Fehmî Tosûn de jî piştî 29 salan bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ev bersiv ne rast e, em van wekî polîtîkayên înkarê dibînin.”
 
Sebla Arcan destnîşan kir ku ew ji Wezîrê Karên Hundirîn Mustafa Çîftçî dipirsin çima windayên xwe digerin û ev tişt anî ziman: “Çima em bi salan e li ber deriyê dadgehan in? Dema ku Hasan Ocak, Hayrettîn Eren û Fehmî Tosûn hatin binçavkirin şahid hebûn. Biryarên DMME'yê hene ku derbarê mijarê de lêpirsînek baş nehatiyekirin. Lê çima hûn lêkolînek baş nameşînin? Çima li şûna ku hûn derbarê windayên me de lêkolîn bikin, berpirsiyariya xwe ji holê radikin? Em ev gotina wan a ne rast qebûl nakin. Dawî li polîtîkayên înkarê bînin. Ji destpêka doza Hasan Ocak, Hayrettîn Eren û Fehmî Tosûn û tevahî dozan de lêpirsînek baş bikin. Çarenivîsa windayên me aşkere bikin. Kiryar û faîlan diyar bikin. Çend sal derbas bibe jî em dev ji lêgerîna heqîqetê bernadin.”
 
Malbatên Hasan Ocak, Hayrettîn Eren û Fehmî Tosûn jî bertek nîşanî gotinên Wezîrê Karên Hundirîn dan û diyar kirin ku heta rastî derkevin holê ew ê têbikoşin.
 
Çalakî li qadê bi danîna qurnefîlan bi dawî bû.