Abdullah Ocalan: Pêkanînên li girtîgehan pêvajoyê proveke dikin
- 16:14 23 Mijdar 2026
- Rojane
ENQERE - Di çalakiyeke nobetê de ku li pêşiya Wezareta Dadê ji bo daxwaza berdana girtiyên nexweş hat lidarxistin, daxuyaniyA Abdullah Ocalan a derbarê rewşa girtîgehan de hat xwendin. Abdullah Ocalan got "Rûdana mirinan li girtîgehan, betalkirina berdana bi şert şewitandina înfazan û pêkanîna gelek kiryarên din li nava girtîgehan, li dijî pêvajoya heyî provokasyoneke mezin in."
Platforma saziyên Demokratîk a Enqereyê ve li dijî astengkirina berdana girtiyên siyasî ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê û rewşa girtiyên nexweş hatibû destpêkirin, di roja 7emîna çalakiya nobetê ya li ber Wezareta Dadê de hat dayîn banga berdana Hevşaredara berê ya Qereyaziyê Melîke Goksu ya ku sê caran berdana wê hatibû astengkirin û dawîanîna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hate kirin. Malbata Melîke Goksu, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li ser navê ji Platforma Saziyên Demokratik a Enqerê ji aliye Fatma Surucu ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li dijî astengkirinên berdana girtiyên siyasî di nobetê de ne” hat vekirin û gelek caran dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan”, “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.
‘Mafê berdana bi şert tune tê hesibandin’
Fatma Surucu da zanîn ku ev şeş hefte ne ew qala wê yekê dikin ku jinên cezayên xwe temam kirine û mafê wan ê berdana bi şert çêbûye, ji ber lijneyeke îdarî di girtîgehê de tên girtin û got: “Lê Wezareta Dadê şeş hefte ne bêdengiyê hildibijêre. Lê bila bê zanîn ku ev bêdengî, şirîkatiya li vê bêhiqûqiyê ye. Îro em ji bo Hevşaredara berê ya Qereyaziyê Melîke Goksu ku bi dengên gel hatiye hilbijartin lê girtiye li vir in. Diviyabû Melîke Goksu ya ku di 17ê Îlona 2019an de ket girtîgehê, di 24ê Hezîrana 2025an de bigihîşta azadiya xwe. Ji wê rojê ve nêzîkî 17 meh derbas bûn û Lijneya Îdare û Çavdêriyê sê caran berdana wê asteng kir. Niha di meha Sibatê de li benda wê yekê ye ku ji bo cara çaremîn derkeve pêşberî Lijneyê. Her wiha dîroka berdana wê ya bêheq 23ê Tîrmeha 2027an e. Yanî tişta ku Lijne dike eşkere ye: Ji bo Melîke Goksu mafê berdana bi şert ê ku qanûn dide tune hesibandin û heta roja dawî ya cezayê wê di girtîgehê de hiştin. Navê vê yekê ne înfaz e, cezayekî nû ye ku bêyî biryara dadgehê hatiye dayîn.”
Fatma Surucu anî ziman ku şêwazê nivîsandina biryarên lijneyê rastiya pêkanînê radixe ber çavan û diyar kir ku Melîke Goksu ligel girtiyeke din a jin a polîtîk ku heman rojê derketiye pêşberî Lijneyê hatiye nirxandin û wiha pê de çû: “Di Lijneyê de pirsên cuda ji her duyan hatin kirin, her duyan bersivên cuda dan. Lê biryarên derbarê her du jinan de derketin, peyv bi peyv heman tişt bûn. Hevokên wekî ‘karê personelê zehmet dike’, ‘plana başkirinê qebûl nake’, ‘motîvasyona wê ya pêşketin û guhertinê tune ye’, bêyî ku li kesayetiyê bê nihêrtin, ji heman qalibî hatin derxistin û di her du biryaran de hatin bicîkirin. Nirxandinek di ortê de tune ye. Kîbûna girtiyê/a ku derdikeve pêşberî Lijneyê û çi dibêje qet nayê guhdarkirin. Biryar berî ku derî vebibe hatiye nivîsandin. Ev hevokên hazir rastiyê jî berovajî dikin. Di biryarê de hatiye nivîsandin ku Melîke Goksu serî li bernameyan neda ye û wan red kirîye. Lê belê Melîke Goksu ji bo ku bi psîkologê saziyê û yekîneya perwerdehiyê re hevdîtinê bike gelek caran serlêdana nivîskî kir û qet bersiv negirt. Serlêdanên ku saziyê bêbersiv hiştin, niha wekî astengiya li pêşberî berdanê tên danîn. Di biryarê de her wiha hatiye nivîsandin ku ji personelê re zehmetî derxistiye. Lê belê di tevahiya înfaza wê de derbarê vê yekê de yek muameleyek jî tune ye. Bûyereke ku qet neqewimiye, wekî hinceta astengkirina azadiya girtiyeke jin a polîtîk tê nîşandan. Melîke Goksu derbarê hemû endamên Lijneyê yên ku binê van biryarên berevajî rastiyê îmze kirine de gilî kir.”
Fatma Surucu da zanîn ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê sûc dikin û got ku ev lijneyên ku cezayên xwe li ser cezayên ku dadgehan dane zêde dikin, girtiyan cara duyemîn didarizînin û li poşmanî û teslîmiyetê digerin, ne nûnerên hiqûqê ne, lê nûnerên keyfîyetê ne û wiha axivî: “Ne tesaduf e ku ev pêkanîn jinan dikin hedef. Îradeya wan jinan ku bi salan e li girtîgehan dev ji nasname û têkoşîna xwe ya polîtîk bernedane, vê carê bi rêya astengkirina berdana wan tê xwestin bê şikandin. Tiştên ku hatine serê Melîke Goksu ya ku ji ber bi îradeya gel hatibû hilbijartin pêşî ji wezîfeyê hat girtin û paşê ji azadiya xwe bêpar ma halê herî zelal ê vê polîtîkayê ye. Lê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tenê bi astengkirina berdanê sînordar nînin. Hefteya borî me girtiyê nexweş ê giran Tuncer Saglam winda kir. Rewşa tenduristiyê ya Newroz Bozkurt a nexweşê losemiyê ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê tê girtin giran bû û rakirin nexweşxaneyê. Ji Evîn Zapsuya ku li Girtîgeha Bunyanê ya Qeyseriyê tê girtin re jî teşxîsa penceşêra qonaxa çaremîn hat danîn. Li aliyekî berdan bi biryarên keyfî tên astengkirin, li aliyê din jî girtiyên nexweş ên giran têkoşîna gihîştina dermankirinê û mafê jiyanê didin. Divê berî ku mirinên nû çêbibin dawî li vê tabloyê bê anîn.”
‘Aştî pêşî li girtîgehan pêkan e’
Fatma Surucu destnîşan kir ku di serdemeke ku qala aştî û demokratîkbûnê tê kirin de, mirin, binpêkirina mafê dermankirinê û astengiyên keyfî yên berdanê li girtîgehan didomin û divê samîmiyeta pêvajoyê bê nîqaşkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Aştî pêşî li ber deriyê girtîgehan tê ceribandin. Banga me ji bo Wezareta Dadê, hemû saziyên peywendîdar û raya giştî ev e: “Divê biryarên ku berdana Melîke Goksu asteng dikin tavilê bên rakirin, Melîke Goksu bêyî ku rojekê jî bê rawestandin bê berdan. Divê derbarê endamên Lijneyê yên ku binê biryarên berovajî rastiyê îmze kirine de lêpirsîneke bi bandor bê destpêkirin. Divê dawî li polîtîkaya cezakirina duyemîn a ku bi destê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê tê meşandin bê anîn. Divê gihîştina girtiyên nexweş ên giran a dermankirinê bê ewlekirin û di serî de Newroz Bozkurt û Evîn Zapsu, înfazên girtiyên nexweş bên taloqkirin û bên berdan. Heta ku Melîke Goksu û hemû girtiyên polîtîk ên berdana wan hatiye astengkirin bigihîjin azadiya xwe, em ê her duşemê emê li vir bin. Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ne dadgeh in. Azadiya Melîke Goksu. Azadiya girtiyên nexweş. Azadiya girtiyên siyasî.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.







