Li Farqînê li şikefta sê qatî gelek hestiyên mirovan hate dîtin
- 13:45 23 Mijdar 2026
- Rojane
AMED - Li şikefteke sê qatî ya li bejahiya navçeya Farqîn a Amedê hestiyên mirovan hate dîtin. ÎHD, OHD û Baroya Amedê ji bo diyarkirina nasnameya hestiyan û ronîkirina bûyerê serî li dozgeriyê dan.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mezoptamyayê, li navçeya Farqîn a Amedê ku di salên 1990'î de bi kiryarên windakirin û kuştinên kiryar nediyar ên bi destê JÎTEM û Hîzbulkontra di rojevê de bû, li şikefteke navbera taxên Boşat û Çîçika hestiyên mirovan hate dîtin.
Li herêma ku di nava gel de weke 'Şikefta Ecnebî' tê naskirin, Ajansa Mezopotamyayê dîmenê lêkolînê kişand.
Heyeta ji nûnerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) û Baroya Amedê 19'ê Mijdarê li ser îxbarê li herêmê dest bi lêkolînê kir.
Li şikefta sê qatî ku bi qasî 50 metreyî kûr e, bi taybetî di beşa duyemîn de 15-20 kilox û bi sedan hestî hatin dîtin.
Li ser hin kiloxan kulikên ji ber derba fîşekê hebû. Her wiha li ser hin hestiyan jî şopa şewatê hebû. Hate ragihandin ku beşek ji hestiyan dibe ku yên zarokan bin.
Endamê Komîsyona Windayan a Şaxê Amedê ya ÎHD'ê Firat Akdenîz ragihand ku tam nehatiye tespîtkirin bê hejmara hestiyên di şikeftê de çend e.
Firat Akdenîz anî ziman ku hin hestî di binê axê de ne û dîmenê ku li beşên cuda yên şikeftê dît weke "şikefta mirinê" pênase kir.
Firat Akdenîz diyar kir ku li gorî çavdêriyên destpêkê hestî dibe ku ji demeke nêz mane û got, ji bo tespîtkirinê divê lêkolîn bê kirin.
ÎHD, OHD û Baroya Amedê ji bo ronîkirina bûyerê serî li Serdozgeriya Komarê ya Farqînê dan. Di serlêdanê de hate xwestin ku şikeft bê parastin, hestî ji aliyê tîmên pispor ve bên komkirin, ji Saziya Tipa Edlî re bê şandin, lêkolîna DNA'yê ji wan re bê kirin û mînak ji xizmên kesên ku li herêmê mirovên wan hatine windakirin bê wergirtin.
Serokê Şaxê Amedê yê ÎHD'ê Ercan Yilmaz jî li pêşiya edliyeyê daxuyaniyek da û got, divê bê lêkolîn bê hestiyên li şikeftê hatine dîtin ên mirovên di salên 1990'î de hatin windakirin û bi rengekî kiryar nediyar hatin kuştine yan na. Yilmaz anî ziman ku wan lêpirsîneke bi bandor xwestine.







