Girtiya nexweş di bedêla derman bikin birin qawîşê
- 14:45 17 Mijdar 2026
- Rojane
ENQERE Girtiya nexweş Newroz Bozkurt ku bi nexweşiya penceşêra xwînê ye û pêwîstiya wê bi dermankirinê li beşa hematolojiyê heye, niha li beşa girtiyan a Nexweşxaneya Bajêr a Etlikê tê ragirtin.
Newroz Bozkurt ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sincanê ya li Enqereyê girtî ye û teşhîsa penceşêra xwînê , li Nexweşxaneya Bajêr a Etlikê dimîne ku ew roja Şemiyê, 14'ê Mijdarê, rakiribûn vê nexweşxaneyê.
Li gorî parêzerên wê, Newroz Bozkurt ku divê li beşa hematolojiyê were dermankirin, li şûna wê, li beşa nexweşxaneyê ya ku ji bo girtî û hikumxaran hatiye veqetandin tê ragirtin. Tê ragihandin ku hewldanên ji bo wergirtina destûra mayîna kesekî pê re û ji bo dabînkirina dermankirina wê li beşa guncaw, heta niha bêencam mane.







