‘Divê pêşeroja Êzdiyan bi îradeya wan bê diyarkirin’

  • 13:28 2 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê, bertek nîşanî hewldanên siyasî yên bi destwerdana dewletan tên meşandin da û got ku divê pêşeroja Êzdiyan li ser bingeha îradeya wan a azad û nûnertiya demokratîk bê diyarkirin.
 
Koordînasyona Civaka Êzdî ya Ewropayê, der barê hewldana hinek partiyên Êzidî yên li Ewropa û Kurdistanê ya avakirina konsepta siyasî ya nû ya bi destwerdana dewletan de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêşeroja siyasî ya civaka Êzidî divê ne bi destwerdana derve, li ser bingeha îradeya azad û nûnertiya demokratîk a wan bê diyarkirin.
 
Koordînasyonê destnîşan kir ku daxwaza bingehîn a civaka Êzidî ku di dîrokê de rastî zext, dûrxistin û qirkirinê hatiye, dabînkirina ewlehiyê, misogerkirina mafên wê û diyarkirina paşerojê bi îradeya xwe ya azad e.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku her hewldana çareserkirina pirsgirêkên Êzdiyan li Şengal, Tirkiye û Sûriyeyê divê şert û mercên taybet ên her welatî li ber çavan bigire. Koordînasyonê diyar kir ku azadiya bawerî û nasnameyê, ewlehî, mafên kolektîf, welatiya wekhev û nûnertiya demokratîk divê bibin bingehê van pêvajoyan.
 
‘Divê nûnertiya Êzdiyan li ser îradeya wan be’
 
Koordînasyonê ragihand ku piştgiriyê dide diyalogê bi saziyên dewletê û aktorên siyasî re, her wiha danûstandinên aştiyane ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Lê belê, li gorî daxuyaniyê, her hevdîtin an peymanek ku li ser navê civaka Êzdî tê kirin, divê li ser bingeha îradeya azad a civakê, beşdariya piralî, zelalî û berpirsiyariyê be.
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tenê hebûna têkiliyên bi rayedarên dewletê re an çêkirina peymanan nabe sedema nûnertiya tevahiya civaka Êzdî. Koordînasyonê got ku tu kes nikare bêyî destûr û beşdariya civakê, xwe wekî nûnerê tevahiya Êzdiyan bibîne.
 
Peymana Şengalê û Hikûmeta Iraqê
 
Koordînasyonê li ser peymana di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û aliyên têkildar de jî nirxandin kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku qirkirina sala 2014an a DAÎŞê li dijî civaka Êzidî ya Şengalê gelek pirsgirêkên ewlehî, koçberiyê, rêxistina civakî û statuya siyasî derxistiye holê.
 
Koordînasyonê hevdîtinên bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê re û peymana ji bo çareserkirina pirsgirêkên Şengalê wekî geşedanek erênî û girîng nirxand. Di heman demê de destnîşan kir ku aliyên peymanê yên ku dikarin alîkariya dabînkirina ewlehiyê, başkirina mercên jiyanê, çareserkirina pirsgirêkên niştecihbûnê û misogerkirina mafên Êzidiyan bikin, divê bên piştgirîkirin.
 
Koordînasyonê li dijî nîşandana peymanê wekî hewldanek li dijî gelê Kurd an Kurdistanê derket û got ku çareserkirina pirsgirêkên Şengalê û parastina têkiliyên dîrokî, civakî û çandî yên Êzidiyan bi gelê Kurd re, mijarên li dijî hev nînin.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku naverok û encamên peymanê dikarin bên rexnekirin û bi awayekî demokratîk bên şopandin. Lêbelê, armanca rexneyan divê başkirina kêmasiyên peymanê be, ne ku peyman wekî dijberiya gelê Kurd û Kurdistanê bê pêşkêşkirin.
 
Rexne li pêvajoya Tirkiyeyê û pirsgirêka nûnertiyê
 
Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê di beşa Tirkiyeyê de jî daxwazên xwe anî ziman. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew piştgiriyê didin her hewldaneke ji bo naskirina azadiya bawerî û nasnameya Êzidiyan, vegera wan a bi ewle û bi rûmet bo gundên xwe, çareserkirina pirsgirêkên milk û niştecihbûnê û misogerkirina mafên welatiya wekhev.
 
Lê belê, Koordînasyonê hevdîtinên dawî yên ku li ser navê Êzdiyan hatine kirin, ji aliyê rêbaz, amadekarî, beşdariya civakî û nûnertiyê ve rexne kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di van pêvajoyan de îradeya beşên cuda yên civaka Êzidî, saziyên rêxistinkirî û dînamîkên herêmî bi awayekî têrker nehatine hesibandin.
 
Koordînasyonê bang kir ku saziyên Êzidiyan, meclisên gundan, nûnerên herêmî, rewşenbîr, rûspî û bi taybetî jinên Êzidî di pêvajoyên biryardan û danûstandinan de cihê xwe bigirin. Her wiha hate gotin ku daxwaz û encamên danûstandinan divê bi civakê re bên parvekirin.
 
Divê Êzidiyên Sûriyeyê di pêvajoyên siyasî de cih bigirin
 
Koordînasyonê bal kişand ser rewşa Êzidiyên li Sûriyeyê û diyar kir ku di pêvajoyên çareseriya siyasî û entegrasyonê de divê nasnameya bawerî, hebûna civakî, pêdiviyên ewlehiyê û mafên kolektîf ên wan bên naskirin.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Êzidî divê ne tenê wekî civakeke ku biryarên hatine dayîn pêk tîne bên dîtin, lê divê wekî pêkhateyeke civakî ya xwedî maf bin ku di danûstandinan de beşdar dibe û di diyarkirina paşeroja xwe de xwedî gotin e.
 
Koordînasyonê her wiha tekez kir ku beşdariya Êzidiyan divê hemû beşên civakê, saziyên herêmî û jinan dihewîne û pêvajoya entegrasyonê li ser bingeheke demokratîk, hemûgir û parastina mafên bingehîn bê meşandin.
 
Daxwazên Sereke
 
Di daxuyaniyê de Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê ev daxwazên xwe ji bo bicihanîna mafên Êzidiyan bilêv kir:
 
- Naskirina fermî ya ol, nasnameya bawerî û xweseriya çandî ya Êzdiyan.
 
- Dabînkirina ewlehî, mafê jiyanê û garantiyên hiqûqî yên li dijî her cûre cûdakariyê.
 
- Piştgirîkirina vegera bi ewle û bi rûmet a Êzdiyên koçberbûyî bo gundên wan, û çareserkirina pirsgirêkên milk û niştecihbûnê.
 
- Misogerkirina welatiya wekhev û mafên kolektîf ên Êzdiyan.
 
- Birêvebirina hemû hevdîtinên ku li ser navê Êzdiyan tên kirin, li ser mekanîzmayeke temsîliyetê ya rewa, piralî, zelal û hesabdar.
 
- Beşdariya wekhev û çalak a jinan di pêvajoyên biryardan û danûstendinê de.
 
- Cihgirtina Êzdiyan wekî pêkhateyeke çalak di pêvajoyên entegrasyon û çareseriya siyasî yên li Sûriyeyê de.
 
- Nirxandina destkeftiyên ku li Şengalê hatine bidestxistin bêyî manîpulekirin, û şopandina pêkanîna peymanê li ser bingeha mafên Êzdiyan.
 
‘Paşeroja Êzidiyan divê bi îradeya wan bê diyarkirin’
 
Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê di beşa dawî ya daxuyaniya xwe de careke din piştgiriya xwe ji bo hewldanên dilpak û danûstandinên demokratîk ji bo çareserkirina pirsgirêkên civaka Êzidî anî ziman. Koordînasyonê aliyên erênî yên peymana bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê re li Şengalê erênî nirxand û pêwîstiya amadekirina pêvajoyên li Tirkiyeyê li ser bingeheke rewa û hemûgir û beşdariya çalak a Êzidiyên Sûriyeyê di pêvajoyên entegrasyonê de destnîşan kir.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku çareseriya domdar bi destjêberdana mafên bingehîn an jî bi bendewariyên nerast pêkan nabe. Koordînasyonê bang li hemû aliyên têkildar kir ku danûstandinan li ser bingeheke demokratîk û hemûgir bimeşînin û cudahiyên çandî û civakî ji bo veqetînê nekin hincet.
 
Koordînasyonê, di dawiyê de tekez kir ku piştgirî dide diyalogê, lê qebûl nake ku îradeya civaka Êzdî bê paşguhkirin, mafên wan ji bo berjewendiyên siyasî bên qurbankirin an nûnertiya wan a rewa bê binpêkirin û got: “Paşeroja Êzdiyan divê bi îradeya azad a Êzidiyan bi xwe şêwe bibe.”