Dayikên Aştiyê li Parka Kurtuluşê dest bi nobedê kirin
- 13:46 2 Mijdar 2026
- Rojane
ENQERE–Zêdetirî 300 Dayikên Aştiyê ku ji 24 bajaran hatine da ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berdana girtiyan û avêtina gavên şênber ji bo pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk bikin, li Parka Kurtuluşê çalakiya nobetê dan destpêkirin û li wir konên xwe vedan.
Zêdetirî 300 endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ku ji 24 bajaran bi rê ketibûn, gihîştin Enqereyê ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berdana girtiyên siyasî, û pêşxistina pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk bikin.
Dayik pêşî li navenda Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a li taxa Balgatê kom bûn û piştre li parkeke nêzîkî Parlamentoyê daxuyaniyeke giştî dan da ku daxwazên xwe bînin ziman. Piştî vê, Dayikên Aştiyê çûn Parka Kurtuluşê, li wir konên xwe vedan û dest bi çalakiyeke nobetê kirin.
'Enqere ew cih e ku çareserî lê dê were pêşxistin'
Dayikên Aştiyê, yên ku diyar kirin ew ji bo pêkanîna daxwazên xwe hatine Enqereyê û niha li Parka Kurtuluşê dest bi nobetê kirine, wiha gotin: "Em ji bo azadiya Rêberê xwe hatine vir. Her tişt li Enqereyê dest pê dike û li wir bi dawî dibe. Enqere ew cih e ku çareserî lê dê were pêşxistin. Em ji bo girtiyên xwe yên di zindanan de û zarokên xwe yên ku gerîla ne, hatine. Bijî Rêbertiya me ya azad."
Dayikên Aştiyê li Parka Kurtuluşê nobeta xwe didomînin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û berdana girtiyên di zindanan de dikin.







