Nobeda li Arzoxliyê di roja 11’dan de didome
- 15:19 1 Mijdar 2026
- Ekolojî
AMED - Nobeda kon a ku li Arzoxliyê des pê kir, di roja 11’an de berdewam dike.
Li gundê Arzoxliyê yê navçeya Sûrê ya Amedê ku ku gundiyan li dijî projeya “Santrala Enerjiya Rojê û Saziya Embarkirina Enerjiyê ya Zenkar 2” nobeda kon dabû destpêkirin, di roja 11’an de berdewam dike. Şêniyên gund ku heta qada ku tê xwestin GES bê çêkirin meşiyan, bi domdarî dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi serkevin”, “Bijî berxwedana Arzoxlî”, “Ava me, axa me hebûna me ye” berz kirin.
Piştî meşê welatiyan nobeda konan berdewam kir.







