Li dijî polîtîkayên şerê taybet jin diçin Dêrsimê

  • 11:26 4 Hezîran 2026
  • Rojane
AMED - Înîsiyatîfa Jinan a  Pêwîstiya min bi aştiyê heye" ji bo raporek li ser pêşketinên doza Gulîstan Doku û polîtîkayên şerê taybet diçe Dêrsimê.
 
Înîsiyatîfa Jinan a "Pêwîstiya min bi aştiyê heye" dê di 6-7'ê Hezîranê de li Dêrsimê bicive da ku çarenûsa Gulîstan Doku ku di 5'ê Çileya 2020'an de winda bû, zelal bike û li dijî polîtîkayên şerê taybet li Kurdistanê nerazîbûnê nîşan bide. Înîsiyatîf dê li dijî tundiya li ser jinan, komkujiyan û polîtîkayên şerê taybet nerazîbûnê nîşan bide û raporek amade bike.
 
Bername
 
Înîsiyatîf dê êvara Înê, 5'ê Hezîranê, ji Stenbolê derkeve û di 6'ê Hezîranê de bigihîje Dêrsimê. Komek ji Amedê jî dê di heman rojê de derkeve rê.
 
Înîsiyatîf dê du rojan bi Platforma Jinan a Dêrsimê, rêxistinên jinan ên li bajêr û xwendekarên zanîngehê re bicive da ku forumek girtî li dar bixe. Di 9'ê Hezîranê de, ew ê bi Platforma Jinan a Dêrsimê re daxuyaniyek çapemeniyê ya girseyî li dar bixe.
 
Raportek dê were amadekirin
 
Înîsiyatîf dê raporek berfireh li gorî,hevpeyvîn û şahidiyan bê amadekirin.
 
Her wiha hat diyarkirin ku înîsiyatîf dê piştî Dêrsimê li Elîh û Wanê jî xebatên bi vî rengî bike.
 
Armanca van xebatan ew e ku têkoşîna jinan a ji bo edaletê bêtir xuya bike, torên hevgirtinê xurt bike û daxwazên ji bo rastî û hesabpirsînê bêtir xuya bike.