Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ di hefteya 122’yan de didome
- 14:32 26 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛEÇEYAN - Çalakiya birçîbûnê ku li Îranê di çarçoveya kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ li 56 girtîgehan didome. Endamên kampanyayê, diyar kirin ku li Îranê darvekirinê siyasî lez bûne û bang li saziyên mafê mirovan ên navneteweyî kir.
Navenda Nûçeyan - Li Îranê kampanyaya ‘Sêşeman na ji darvekirinan re’ ket hefteya xwe ya 122’an. Di çarçoveya kampanyayê de ku li 56 girtîgehên Îranê didome de gelek girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kirin. Endamên kampanyayê, diyar kirin ku li welat darvekirinên siyasî lez bûye, bang li saziyên mafê mirovan ên navneteweyî kir ku li dijî darvekirinên li Îranê helwesteke bi bandor raber bikin.
Di daxuyaniya kampanyayê weşandî de hat diyarkirin ku ji destpêka salê ve herî kêm 72 kes hatine darvekirin, zêdetirî 25 ji wan girtiyên ku ji ber sûcên siyasî û ewlehiyê tên darizandinin. Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku bi sedan girtî ku nasnameyên wan ji raya giştî re nehatine eşkerekirin, di girtîgehên cûrbecûr de di bin gefa darvekirinê de ne.
Pêla darvekirinên siyasî didome
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di nava hefteyekê de, girtiyên siyasî yên Kurd Ramîn Zele û Kerîm Yakubpur û her weha Abbas Akbarî Fayzabadî ku beşdarî xwepêşandanên meha Çileyê bûne, hatine darvekirin. Her wiha hat diyarkirin ku Mûctaba Kiyan ji ber sûcê ‘sîxurî’ hatiye darvekirin.
Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku mafê darizandineke adil di van dozan de nehatiye naskirin û sûcdariyên ewlehiyê bûne hincetên biryara darvekirinê.
Her wiha kampanyayê ragihand ku biryara cezayê darvekirinê yê girtiyê siyasî Menûçehr Felah ku li Girtîgeha Lakan a Reştê tê ragirtin, ji nû ve hate erêkirin. Her wiha cezayên darvekirinê li Ruhullah Kerkî ku li Girtîgeha Ahwaz Şîbanê tê ragirtin û Mîlad Armun, Navîd Najjaran, Mehdî Îmanî û Seyyed Mohammad Mehdî Huseyînî ku ji doza ‘Taxa Akbatanê’ dihatin darizandin, hatine birîn.
Jin di çeperên herî pêş ê berxwedanê de ne
Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser rola girtiyên siyasî yên jin û têkoşîna jinan a li dijî cezayê darvekirinê. Hate diyarkirin ku bi taybet jinên di beşa jinan a Girtîgeha Evînê de ne her Sêşem li dijî cezayê darvekirinê dirûşmeyan diqîrin û ji ber vê yekê mafên wan ên telefon û hevdîtinê tên astengkirin.
Di metna kampanyayê de ev tişt hate piştrast kirin:
“Dîroka nêz a Îranê tijî jinên berxwedêr ku ji bo azadî û wekheviyê canê xwe feda kirine. Bi taybet di deh salên dawî de, jin di pêşengiya têkoşînên civakî de cih girtine.”
Daxuyaniyê diyar kir ku rejîma Îranê dengê jinan tehemûl nake û dijminatiya li dijî jinan yek ji polîtîkayên bingehîn ên rejîmê ye.
Bang li saziyên navneteweyî kir
Endamên kampanyayê bi bîr xistin ku Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Parlamentoya Ewropayê di demên dawî de daxuyaniyên şermezarkirina darvekirinên li Îranê weşandine û banga zêdekirina zexta navneteweyî kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bangên endamên Parlamentoya Ewropayê yên derbarê darvekirin û zextên li Îranê de girîng in û divê têkiliyên siyasî yên bi Îranê re bi şertê sekinandina darvekirinan ve girêdayî bin.
56 girtîgeh di greva birçîbûnê de ne
Hate diyarkirin ku di çarçoveya kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ girtiyên siyasî yên ku li 56 girtîgehên wekî Evîn, Qizilhîsar, Girtîgeha Mezin a Tehranê, Karçak, Şîban Ahvaz, Sepîdar Ahvaz, Adilabad Şîraz, Zahedan, Meşhed, Reşt, Urmiye, Mahabad, Bokan, Merîwan, Sine û Îlamê bi tevahî di greva birçîbûnê de ne.
Endamên kampanyayê di dawiya daxuyaniyê de, ev bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û raya giştî kirin:“Ji bo pêşîgirtina berdewamiya darvekirinên nemirovane gavên bi bandor bavêjin. Li kêleka daxwazên gelê Îranê ya azadî, edalet û rakirina cezayê darvekirinê bisekinin.”








