Li Erdîşê bernameyên Cejna Zimanê Kurdî didomin
- 17:59 21 Gulan 2026
- Çand û Huner
WAN - ARSÎSA'yê çalakiyên ku ji bo Cejna Zimanê Kurdî dabûn destpêkirin, di roja 2’yemînn de bi rîsandina teşî, destar û pêşbaziya zanînê berdewam kir.
Li navçeya Erdîşê ya Wanê, çalakiyên ku ji aliyê Komeleya Lêkolînên Ziman Çand û Hunerê (ARSÎSA) ve ji bo Cejna Zimanê Kurdî hatine destpêkirin, didomin. Di çalakiya ku li Parka Mîllet a li navenda navçeyê hate lidarxistin de, pankartên "Zimanê me rûmeta me ye", "Ziman xeta me ya sor e" û "Em perwerdehiya bi Kurdî dixwazin" hatin daliqandin.
Ciwan û jinan eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê da. Di roja 2’yemîn a bernameyê de, ji bo balê bikişînin ser çanda Kurdî, bi teşiyê hirî hate rîsandin. Jinan jî li gel klamên destar gerandin. Di heman demê de ciwanan bi pêşbaziya zanînê re wextên xweş derbas kirin.
Çalakiya çandî bi gerandina govendê bi dawî bû.







