Li Stenbolê serdana goristanan hat kirin

  • 13:34 26 Gulan 2026
  • Rojane
STENBOL - Li Stenbolê bi boneya Cejna Qurbanê serdana gorên cangoriyên aştî û azadiyê hate kirin.
 
Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anatolyayê (ANYAKAY-DER), Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Stenbolê, rêveberên DEM Partî, DBP,HDK'ê Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê , nûnerên saziyên sivîl û gelek kes li Stenbolê çûn serdana gorên cangoriyên azadiyê yên ku li Goristana Çakmakli ya navçeya Esenyûrtê hatine veşartin.
 
Di serdanê de Nivîskar Mûsa Şanak di serdanê de axivî û diyar kir ku ew ê bi têkoşîna cangoriyan û xwedîderketinê bigihijin armancê got: “Şehîdên me nemir in û bi me re ne. Em her çiqas wan di xeyalên xwe de bidin jiyandin ew ê jî herdem bijîn. Ew ji bo azadiya gelên xwe canê xwe dan, em ê jî herdem li pey şopa wan bin.”
 
Piştî axaftinan girseya serdanê kiriye kulîlk danîn li ser goran.
 
Serdan bi diayan bi dawî bû.