Li Jinwarê rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin
- 18:15 5 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li gundê Jinwar ê bajarê Dirbêsiyê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û damezrandina YPJˊê bi girseyî hat pîrozkirin.
Rêveberiya Gundê Jinwar ê bajarê Dirbêsiyê bi boneya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), her wiha salvegera damezrandina Komîna Zarokan a Jinwar şahî li dar xist. Di şahiyê de bi dehan jinên ji Cizîrê, endamn saziyên sivîl, meclis û Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre endama Akademiya Jineolojî Şareza Osman axivî û diyar kir ku ev bone xwedî nîşaneyên azadî û siberoja zarokan in.
Şareza Osman bal kişand ser van boneyan ku nûnertiya xala nûkirina pabendbûna nirxên civaka demokratîk û xebata ji bo siberoja aramtir û rûmetê dike.
Di şahiyê de zarokên Jinwar, komên hunerî yên Jinwar, navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê hunerên xwe pêşkêş kirin.
Çalakî bi gerandina govendan li ber stranên gelêrî û şoreşgerî bi dawî bû.







