Bermahiyên şer bûn sedema kuştina zarokan

  • 12:20 2 Nîsan 2026
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina “Zarokan Biparêzin” eşkere kir ku tevî agirbesta bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî, tundî û pevçûn li Yemênê jiyana zarokan tehdît dike û piştrast kir ku ji sala 2022’an û vir ve nêzî hezar û 200 zarok hatine kuştin û birîndar bûne.
 
Li Yemenê zarok nêzî nîvê qurbaniyên tundiya şer pêk tînin. Ev jî, nîşaneyek herî xeternak e ku asta xetereyên ku gefê li komên herî bêparastin ên welat dixwin nîşan dide. Ji ber pevçûnên berdewam û lewazbûna şert û mercên jiyanê ku zarokan di rêza pêşîn a kesên ku ji van şer û pevçûnan bi bandor dibin, datîne.
 
Rêxistina “Save the Children (Zarokan Biparêzin)” di rapora ku duh weşandiye de, derbarê bandorên berdewam ên tundiya li Yemenê de hejmarên şokdar eşkere kir. Rêxistinê ragihand ku ji destpêka agirbesta NY’ê ya di Nîsana 2022’an de hatibû aşkerakirin heta niha, nêzî 1200 zarok hatine kuştin an jî birîndar bûne. Tevî ragihandina agirbestê û alîkariya ku kiriye, leza şer kêm bibe jî, rapora rêxistinê piştrast kir ku mayîn û bermahiyên şer hîn jî ji bo jiyana zarokan gefa herî mezin in.
 
Li gorî rapora Rêxistinê herî kêm 339 zarok bi topbaran, gulebaran û teqînan hatin kuştin, her wiha 843 zarokên din jî birîndar bûne. Her wiha di nav wan de jî zarokên ku ji ber birîndariyên wê seqet bûne hene.  Raporê zêde kir ku li gorî daneyên Projeya Çavdêriya Bandora Sivîl, nêzî nîvê qurbaniyan ji ber mayînên neteqiyayî hatine kuştin.
Rapora rêxistinê destnîşan kir ku zarok li Yemenê ji ber nebûna hişmendiya têgihiştî li ser xetereyên teqemeniyan û beşdarbûna wan a di çalakiyên rojane de, wekî şivantiya ajalan û berhevkirina daran ji bo agir û metalên bermayî sê qat ji mezinan zêdetir di bin xetereyê de ne.
 
Rêxistinê piştrast kir ku gelek birîndarî dibin sedema seqetiyên mayînde, di nav de qutkirin, windabûna bihîstin an dîtinê û birîndarên stûna piştê, ji bilî bandorên kûr ên psîkolojîk ên wekî fikar, tirs û nexweşiyên xewê hene.
 
Di heman çarçoveyê de, daneyên dawî yên Neteweyên Yekbûyî nîşan dan ku 22.3 milyon kes li Yemenê ku di nav de 12.2 milyon zarok hene, hewcedarê alîkariya mirovî ne, ev yek jî nîşan dide ku tevî kêmbûna tundiya pevçûnên leşkerî, krîz hîn jî xirabtir dibe.