4'ê Nîsanê li Mexmûr û Kelarê hate pîrozkirin
- 14:18 5 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mexmûr û Kelarê 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo bi çalakiyan hate pîrozkirin.
Îsal li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo gelek çalakiyên cihêreng hatin li dar xistin. Bi boneya rojê Weqfa Şehîd Şervîn a Jin, li Parka Penaberan ya wargehê, bi tevlîbûna zarokên 5 dibistanê dayîkê çalakiyek lidarxistin.
Bernameya çalakiyê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Li vir Endama Rêveberiya Weqfa Jin Sêvê Yuksek axivî.
Sêvê Yuksek di destpêka axaftina xwe de bi xêrhatina beşdaran kir û 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo li gerîlayên azadiya Kurdistanê, dayîkên şehîdan, berwedanvanên zîndan û li zarokan pîroz kir.
Sêvê Yuksek di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ev roj, roja ronahiya gelê Kurd û roja ronahiya mirovahiyê ye.
Piştî axaftinê dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hat berzkirin û zarokan tevî malbatên xwe bafirok firandin.
Kelar
Li navçeya Kelar a ser bi Herêma Germiyanê jî vê sibehê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo 77 dar hatin çandin.
Welatî û çalakvanan daran li kolanên di nava Kelarê de çandin. Di dema dar çandinê de bê navber dirûşmeya ‘Bijî Rêber Apo’ hate bilindkirin.







