Li Newroza Şirnexê banga avakirina civakek demokratîk

  • 15:21 23 Adar 2026
  • Rojane
ŞIRNEX - Newroz li Şirnexê bi coş hate pîrozkirin û tim û tim dirûşma 'Bijî Serok Apo' hate qîrîn. Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin.
 
Li navenda Şirnexê Newroz bi dirûşma "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" bi coş hate pîrozkirin. Jin û ciwanên ku serê sibehê berê xwe dan qada Newrozê govend gerandin. Qada pîrozbahiyê ya li taxa Bahçelîevlerê bi rengê kesk, sor, zer û pankartên bi nivîsa "Newroz pîroz be", "Jin, Jiyan, Azadî" hate xemilandin. Li gel Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Jinên Botanê bi kincên xwe yên neteweyî tevlî pîrozbahiyê bûn û ciwanan û zarokan jî rûyê xwe bi rengê kesk, sor û zer boyax kirin. Bi hezaran kesên ku li qadê li hev civiyan bi hev re dirûşma "Bijî Serok Apo" qîriyan.
 
Endamê Komîteya Amadekar û Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Selahattîn Barinç, Newroza gel pîroz kir û xwest bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Pîrozbahî, bi stranên Koma Sîdarê û gerandina govendê domiya. Her wiha peyama Rêber Apo ya ji bo Newrozê di pîrozbahiyê de hate xwendin.
 
Piştre jî Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî û dîroka berxwedanê ya Şirnexê vegot. Ayşegul Doganê got ku Şirnexê tevî her carê hate rûxandin jî dîsa xwe li ser pêyan girt, tevgera azadiyê bi tenê nehiştiye û got hewceye di vê pêvajoya dîrokî de jî bêhtir bixebite. Ayşegul Doganê anî ziman ku azadiya Rêber Apo her wiha azadiya gelê Kurd e û gel dixwazin Rêberê xwe di nav xwe de bibînin. 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di pîrozbahiyê de anî ziman ku Şirnex bajarê Newrozê ye û Newroza Cûdî, Gabar û Bestayê pîroz kir. Bayindir, bi bîr xist ku di her bihosta Şirnexê de nirx hene û got: “Em li bajarê berxwedanê, Newroza girtiyan pîroz dikin. Em li warê egîdan Botanê Newroza Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin. Botan ji pêxemger Nuh re, ji rêwiyên azadiyê re bû war û hevrê. Botan ji azadî û serkeftinê re dibe war. Bihara gelê Kurd hat. Ev bihar, bihara Botanê, bihara gelê Kurd e. Me gelek qonax derbas kirin û îro ber bi azadiyê ve dimeşin. Bi pêşengtiya dayikan, jinan, tevgera azadiyê û Rêber Abdullah Ocalan ber bi azadiyê ve dimeşin. Yên Kurdan înkar dikin, yên dibêjin  ‘Kurd nînin’ bila li qada Newroza Botanê binêrin, bila li qadên Newrozê yên Stenbol, Îzmîr, Mahabad, Efrîn û Kobanê binêrin. Kurd, pêşengtiya mirovahiyê dikin. Heke jiyaneke dikare were jiyîn hebe, ew ê bi destê tevgera azadiyê ya Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be. Ev Newroz, Newroza azadî û yekitiyê ye. Newroza azadiya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd, Newroza statu û azadiya ziman e. Gelê me êdî naxwaze Newroza xwe bêyî Rêbertiyê pîroz bike. Êdî naxwaze li qadên Newrozê tenê li peyaman guhdarî bike. Em ê Newroza 2027’an tevî Rêber Apo pîroz bikin.”
 
Bayindir işaret bi şerên li Rojhilata Navîn kir û axaftina xwe wiha qedand: “Li her derê şer heye û Kurd di nava vî şerî de banga aştiyê dikin. Bila kesek vê bangê xelet fêm neke. Gelê Kurd ne ku zeîf e lewma vê banga aştiyê dike, gelê Kurd aştî heq kiriye. Kurdistan dê bibe gulistana azadiyê. Kurdistan dê bibe gulistan.”
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî destpêkê Mehmet Tûnç û Salih Muslim, di şexsê wan de hemû cangorî bi bîr anî û got, "Me ti carî serî li ber zilmê netewand û ti carî dest ji têkoşîna xwe bernedan. Me her tim bi gelê xwe re li qadan têkoşîn meşand. Kurd tine hesibandin. Kurdî nas nekirin, lê belê ev rastî ye; gelêw Kurd li çar parçeyên Kurdistanê, li her derê ala têkoşîn û berxwedanê bilind kir. Gelê Kurd veguherî wî gelî ku êdî li herêmê ti hêz, ti derdor nikare tine bihesibîne. Û em ji vê derê careke din têkoşîna bi salan a gelê Kurd silav dikin."
 
Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku Newroza 2026'an banga avakirina civaka demokratîk e û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Newroz navê avakirina Aştî û Civaka Demokratîk e. Banga Aştî û Civaka Demokratîk, Newroza 2026'an banga avakirina civaka demokratîk e. Ev qad guh dide vê bangê. Vê bangê gelê Kurd, dostên wan û hêzên demokrasiyê careke din gihand hev û em zêde kir, mezin kir, xurt kir."
 
Hevseroka DEM Partiyê got, "Banga me li Enqereyê ye; ji bo naskirina mafên demokratîk ên gelê Kurd qanûn divê bêne derxistin. Binihêrin em li Şirnexê ne. Herêmeke gelekî girîng e. Aliyekî xwe Sûriye ye, aliyekî xwe Iraq e û cîranê du welatan e. Banga Birêz Ocalan, pêvajoya hatiye destpêkirin, peyama ji vir tê dayin divê baş bê dîtin û nirxandin. Her devera Rojhilata Navîn veguheriye gola xwînê, li cografyayeke bi vî rengî gelekî girîng e ku aştî li nava gel bê avakirin. Û em ji vê derê careke din dibêjin. Dixwazim daxwaza bi milyona mirovên qada Newrozê dagirtin careke din bînim ziman. Em dibêjin, di çarçoveya pêvajoyê de weke ku Birêz Ocalan, di vê qonaxê de ku gelê Kurd bi berxwedanê dîrok nivîsand, ji bo naskirina mafên demokratîk, hiqûqî û siyasî yên gelê Kurd divê bi lez qanûn bêne amadekirin. Dem ne dema rawestînê ye, dem dema avakirina aştiyê ye."
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê hate dadan. Bi deh hezaran kesî li ber stranên Serdar Canan govend gerandin.