Li Konyayê Newroza bi coş

  • 13:59 22 Adar 2026
  • Rojane
KONYA - Kurdên Anatoliya Navîn li Konyayê bi beşdariya hezaran kesî Newroz bi coş pîrozkirin. Parlementerê DEM Partiyê Zekî Îrmez bal kişand ser girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Girse li ber stranên Koma Navenda Çanda Anatoliya û Îhsan Xelikan govend gerand.
 
Li Konyayê bi şîraya, “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” Newroz hate pîrozkirin. Bi hezaran Kurdên Anatoliya Navîn di seatên sibê de li qada Sali Pazariyê ya li navçeya Selçûkluyê kom bûn. Welatiyên cil û bergên neteweyî li xwe kirin, bi rengên kes û sor û zer qad xemilandin. Bi hezaran kesên li qadê kombûyî sloganên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Newroz” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê bernameya Newrozê dest pê kir.
 
Di pîrozbahiyê de Parlementerê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez axivî. Dilbihar bal kişand ser girîngiya Newrozê û anî ziman ku Newroz ji bo gelê Kurd tê wateya têkoşîn û berxwedanê. Dilbihar wiha axivî: “Dengê xwe bilind kirin, agirê Newrozê bi laşê xwe geş kirin. Em tu caran wan ji bîr nakin. Ew cangoriyên azadiya gelê Kurd in. Heta dawiyê em dê bejna xwe li ber wan bitewînin. Armanca û hedefên wan danîn pêşiya me, em dê serkeftinê tacîdar bikin. Me wekî gelê Kurd, gelek zilm û zordarî dît, gelek êş me kişandin ji bo em li erdnîgariya xwe bi serkeftî, bi azad û rûmet bijîn me li berxwe da. Em hatine astekê êdî em bêstatû najîn. Em dibêjin êdî bes e. Azadî para geleme ye jî. Çewa ku neteweyên cîhanê azad dijîn, em jî li ser axa xwe, bi nirxên xwe dixwazin azad bijîn. Êdî serkeftin û azadiya gelê me nêzîk e.”
 
Îrmez, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî bi bîr xist û xwest ku dewlet demildest gavan bavêje. Îrmez destnîşan kir ku gava yekemîn jî bêguman vekirina mafê hêviyê û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Îrmez banga bilindkirina têkoşînê kir û da zanîn ku dê heta dawiyê azadiya Abdullah Ocalan bixwazin û mafên gelê Kurd biparêzin.
 
Piştî axaftinan hunermend Îhsan Xelikan û Koma Navenda Çanda Anatoliya derket ser dikê û stranên xwe ji girseyê re pêşkêş kirin. Koma Anatoliya bi stranên xwe girseya li qadê coşand. Girseyê jî li ber stranên hatine gotin govend girê da û Newroz pîroz kir.