Li Lîmasolê Newroz hat pîrozkirin

  • 19:43 21 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Pîrozbahî li herêma Îpsonas a Lîmasolê hat lidarxistin û bi hezaran kes beşdar bûn. Di çalakiyê de ku Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê amade bûn, beşdariya zêde ya dostên Qibrisî jî bal kişand.
 
Gelê Kurd ê li Qibrisê dijî, her sal Cejna Newrozê li gundê Alassayê pîroz dikir, lê îsal ji ber şert û mercên hewayê çalakî li saloneke girtî hat lidarxistin. Ji saetên serê sibê ve, Kurdên li her devera Qibrisê dijîn berê xwe dan salona pîrozbahiyê. Salon di demeke kurt de lêma lêma tije bû.
 
Di salona ku Newroz lê hat pîrozkirin de, posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Her wiha wêneyên kesên di berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de hatin qetilkirin û alayên PKK, YPG û YPJ’ê di salonê de cih girtin.
 
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre, bi vêxistina agirê Newrozê ji aliyê Koma Folklorê ya Şehîd Ziyad Helep ve bername dewam kir. Pîrozbahiya Newrozê bi axaftinên vekirinê yên Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê Memet Uçaş û Rewşen Terbuş berdewam kir. Piştre peyama Newrozê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji Girtîgeha Îmraliyê şandibû, ji aliyê siyasetmedarê Kurd Baran Hebun ve hat xwendin. Piştî xwendina peyamê, girseyê bi deqeyan li ser piyan bi siloganên “Bijî Serok Apo” bersiv da.
Nûnerê PYD’ê yê Qibrisê Yasin Terbuş di axaftina xwe de diyar kir ku li dijî hêzên modernîteya kapîtalîst ên ku li Rojhilata Navîn gelan li hemberî hev sor dikin û ji şer û komkujiyan xwedî dibin, wê bi paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bersiv bê dayîn.
 
Piştre siyasetmedarê Kurd Lezgin Serhat axivî û got: “Tehamula me nemaye ku Rêber Apo, yê ku bi şeş kesan di rojeke Newrozê de vejîn û berxwedana gelê Kurd da destpêkirin, bi milyonan rakir ser piyan û bû hêviya azadiyê ya gelan, hîn jî di zindana Îmraliyê de bê girtin. Nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo, nêzîkatiya li hemberî bi milyonan gelê Kurd û hemû gelên ku hêviya azadiyê hildigirin e.”
 
Di çarçoveya bernameyê de Kora Zarokan a Theofilos derket ser dikê. Çalakî bi stranên Newrozê yên hunermendên Tev-Çandê Farqîn Azad û Mazlum Sîwan û bi govendên hatin girtin bi dawî bû.