Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

  • 15:13 17 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi zimanê Elmanî hate wergerandin, ku Ersoz li Tirkiyeyê yekemîn berpirsyara weşana giştî ya rojnameyekê bû.
 
Berhema bi navê "Min dilê xwe li çiyê neqişand" a navbera salên 1995-1997'an hate nivîsandin, bi Elmanî bi sernavê "Gurbets Tagebuch – Ich habe mein Herz in die Berge graviert" hate weşandin.
 
Werger û notên pirtûkê ji aliyê Agnes Alvensleben û Anja Flach ve hatin amadekirin. Wêneyê bergê pirtûkê jî ji aliyê Sînan Hezer ve hate amadekirin. Pirtûk bi piştgiriya Newaya Jin ji aliyê Weşanên Meymanê ve hate weşandin.
 
Gûrbetellî Ersoz ku li rojnameya Ozgur Gundemê berpirsyara weşana giştî bû, ji ber karên xwe yên rojnamevaniyê hate girtin, êşkence lê hate kirin û piştre derket serê çiyayên Kurdistanê. Di rojnivîska navbera salên 1995-1997'an de bîranîn, helbest û fikrên xwe yên li ser jiyanê nivîsî. Gûrbetellî Ersoz 8'ê Cotmeha 1997'an li Başûrê Kurdistanê şehîd bû.
 
Pirtûka ku bi Elmanî hate weşandin wê 21'ê Adarê li Frankfurtê di pîrozbahiya Newrozê de bigihêje ber destê xwendevanan. Pirtûk her wiha li ser malpera înternetê ya weşanxaneyê dikare bê peydakirin.