‘Mafê jiyana me ne mijara bazarê ye’
- 09:03 9 Adar 2026
- Rojane
STENBOL - Ece Yeşîl diyar kir ku qetilkirina du jin û zarokekê ya ji aliyê mêrê ku di çarçoveya 11’emîn pakêta darazê de bi destûr derketiye, hat qetilkirin encama polîtîkaya bêcezahiştinê ye û got ev girêdayî guherînên rejîma înfazê ye.
Tundiya li ser jinan û polîtîka bêcezahiştinê didome û li Enqereyê gumanbar Recep Cengîz ê ji girtîgehê bi destûr derket di 10’ê Sibatê de Azîze Cengîz, Azra Cengîz û zarokek bi çekê qetil kir.
Endama Piştevaniya Mor, parêzer Ece Yeşîl da zanîn ku bûyerên hatine jiyîn ne munferît in, ev encama tundiya mêr a sîstematîk e.
‘Desthilatdarî cesaretê dide gumanbaran’
Ece Yeşîl di çapemeniyê de dayîna nûçeya derbarê qetilkirina li Enqereyê hat jiyîn rexne kir û got: “Çapemeniya alîgir qetilkirinan wek ‘munferît’ an jî ‘hêrsê’ radigihîne û jinan hedef nîşan didin. Ji kesên hatin qetilkirin yek jin bû. Ev ne krîzek şexsî ye. Ev polîtîkaya bêcezahiştinê ye ev encama tundiya sîstematîk a patrîarkal e. Desthilatdarî bi gotina nefretê cesaretê dide gumanbaran.”
‘Qanûn pêk nayên’
Ece Yeşîl daxuyakirin ku qelsiya qanûnan û pêknehatina qanûnan pirsgirêkê diafirîne û got: “Ji ber qanûna hejmara 6284 pêk nayê qetilkirin jî zêde bûne. Jin diçin saziyên darazê lê polîs dibêjin ev bûyer munferet e û mijara malbatî ye. Jin neçar dimînin ji qerekolan vegerin malên xwe. Biryara parastinê tê derxistin lê mekanîzma pêk nayê. Di encama vê de jî qetilkirin tên jiyîn. Polîtîkayên pêk tên li dijî jinê ne. Jin di şertên ne ewle de tên xebitandin an jî hepsê malê tên kirin. Sedema vê jî ev e ku dewlet polîtîkaya dijberê jinê pêk tîne û zayenda civakî nabîne.”
Daraz zimanê serdest ê mêr rewa dike
Ece Yeşîl balkişand ser sala malbatê ya di 2025’an de hatiye îlankirin û got: “Girêdayî vê 11’emîn pakêta darazê jinan ber bi jiyanek bê ewle dibe. Ya divê dewlet bike ev e; parastina jiyana jinan e û pêkanîna qanûnan e. Lê polîs û daraz dikevin hewldanên ku jinan sûcdar dikin. Ji bo gumanbaran ji rewşa baş ceza tên daxistin. Daraz zimanê serdest ê mêr rewa dike. Piştî vekişandina ji Peymana Stenbolê tundiya li ser jinan û qetilkirinên jinan jî zêde bûn. Mekanîzmayên gilîkirinê jî piranî naxebitin. Divê qanûna 6284 pêk bê.”
‘Banga rêxistinbûnê’
Ece Yeşîl di dawiya axaftina xwe de banga rêxistinbûnê li jinan kir û got: “Em hewl didin tax bi tax jinan bi rêxistin bikin. Em hewl didin xwe bigihînin jinan, jinan li salonên dadgehan tenê nehêlin. Em xeteke piştevaniyê ya hiqûqî dihûnin. Em banga rêxistibûnê li jinan dikin. Bi pakêta darazê ya 11’emîn bi aşkera dibêjin ‘mafê jiyana we di destê me de ye, tu mafê we tuneye’. Ev polîtîka jî nîşan didin ku jiyana jinan ne ewle ye û destkeftiyên jinan tune dihesibînin. Polîtîkaya tenêhiştina jinan pêk tê. Lê em ê ji bo mafên xwe têkoşîna xwe bidomînin. Em pênasekirinên ji ser mêran tên kirin, red dikin.”









