Girtiyên siyasî veguhestin girtîgehek din
- 12:19 6 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku girtîgeha Mahabadê hate bombebaran kirin, girtiyên siyasî veguhestin girtîgehek din.
Li gorî Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê piştî ku navendek leşkerî ya li nêzî girtîgeha Mahabad ya li Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê Amerîkayê ve hate bomberbarankirin, girtiyên ku deriyê wan hatibû girtin, rabûn ser xwe.
Li gorî heman çavkaniyê hêzên rejîma Îranê êrişî girtiyan kirine û gazên çav dişewitînin, dijî girtiyan bikaranîne.
Hate gotin ku nêzî 18 girtiyên siyasî ku zêdetirî 10 sal cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn, bi darê zorê veguhestine girtîgeha Miiyandwaw.







