Kongra Star: Heta destkeftî mîsoger nebin wê têkoşîna me bidome
- 19:51 6 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona Kongra Star, bi sedema 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek weşand. Kongra Star di daxuyaniya xwe de bal kişand ser destkeftiyên jinan ên li Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku ew ê van destkeftiyan biparêzin.
Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê (8 Adar) Koordînasyona Kongra Star bi daxuyaniyekê soz da ku ew ê destkeftiyên jinan biparêzin.
Naveroka daxuyaniyê wiha ye:
"Bi boneya 8’ê Adara 2026’an de destpêkê em vê rojê li Rêber Apo pîroz dikin ku bi kedeke binirx ve hişt ku ev roj îro bi riheke berxwedêriya jinê ve bê pîrozkirin. Dîsa em vê rojê li jinên wêrek û canbexş şehîd Denîz Çiya,Sîdar Efrîn, Zîlan Kobanê, Rewşen Efrîn ,Leyla Qasim û Gerîla Amarayan pîroz dikin ku canê xwe ji bo gelê xwe kirin mertal û gihan şahadetê. Her wiha em 8’ê Adara 2026’an li tevahî jinên Kurdistanê û jinên cîhanê ên ku li hember hovitiya li dijî mirovatiyê têdikoşin pîroz dikin û wana ji dil û can silav dikin.
Jinên hêja û berxwedêr; bêgûman pêşwazîkirina 8’ê Adara 2026’an ji her sal girîngtir e ku êrişên dijî hebûna jinê di asteke bilind de ye. Şoreşa Rojava bi dilsozî, fedakarî, wêrekî û canbexşiya jinan de giha roja me ya îro. Di tevahî şoreşê de ji her aliyê jiyanê de jinan pêşengtiya şoreşê kir. Û ev hate îspatkirin. Jinên ku di bin rejîma Baas de rûbirûyê zextên îrade şikandinê dihatin bi şoreşê ve hemû hêza xwe ve ketin nava hewldanan de. Di encamê de jî em ji milê leşkerî bigirin, heta aborî, şaredariyê, tenduristî, perwerde di her qadên jiyanê de encamên berbiçav derxistin holê ku gelek jinên cihanê jî ji van xebatan hêz girtin. Lê pergala sermayedarî bi awayeke bêrehim di tevahî salên şoreşê de li dijî destkeftiyên jina berxwedêr di nava êrîşan de bû. Teybet jî di sala 2026’an de ev êrîş gihan asta xeteriya ku ji hêla fîzîkî û îradî de hemû hêza jinê tune bikin. Di şexsê êrîşên li ser Rojavade teybet bandoreke mezin li ser jinê çêbû. Mînak tenê di koçberiya gelê me ê Efrînê de bi hezaran jin li ser riya koçberiyê rastî şert û mercên pir zehmet hatin. Dîsa rêhevalên me ên jin di şerê Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê de teybet hedef hatin girtin û cenazeyên wan di asteke ku mirovatî ji xwe şerm bike de bêrêzî li hember hate kirin. Şervanên azadiyê ku li hember çeteyên DAIŞˊê parastina mirovatiyê kiribûn bi tirsonek û namerdane hatin hedef girtin û keziyên wan hate jêkirin. Ev nêzîkatiyên ku li dijî şervanên Şoreşa Rojava hatî kirin helbet ne nêzîkatiyeke tenê komek çeteyan e. Ev nêzîkatiya pergalên serdest e ku ji bo berjewendiyên xwe hemû mirovatiyê dikin qurban. Lê bila hemû cîhan bizane ku wê jinên Rojava tu carî van kiryaran ji bîr neke û wê bi rihê şervanên Şêxmeqsûd her tim di nava têkoşînê de be. Dîsa îro rejîma Colanî ne di zagonan de ne di rêveberiyên îdarîd e ne jî di qada leşkerî de cih nadin jinê. İradeya jinê ji hêla rejîma Colanî de tê binpêkirin û li dijî van kiryaran jî pêwîst e em weke jin xwedî biryara têkoşînê bin.
Me ev destkeftiyên 14 salan bi hêsanî qezenç nekirin û em bi hêsanî jî dev jê bernadin. Me çawa li hember rejîma Baas serî netewand em îro jî li hember rejîma Colanî serî natewînin. Heta ku em destkeftiyên jinê li Rojavayê Kurdistanê mîsoger bikin em ê bi hemû hêza xwe ve têbikoşin. Em weke rêxistina Kongra Star jî bi vê hest û xîretê em ê karê xwe bikin û destkeftiyên jinê biparêzin. Soza me li gelê me re ev e."







