TJK-E: 8’ê Adarê weke saleke nû ya têkoşînê ye

  • 12:13 6 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN  - TJK-E: 8’ê Adarê em ê bi reng, coş û îdîaya ‘dema jinê ye’ li qadan bin. Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku li her derê vê îdîa, biryardarî û coşê mezin bikin.
 
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyanî da.
 
TJK-E’yê diyar kir ku kesên dixwazin ji krîza modernîteya kapîtalîst rizgar bibin, li dijî şer baweriya xwe ya ji bo azadî, aştî û civaka demokratîk diparêzin û li ber xwe didin û destnîşan kir ku çavkaniya vê baweriyê paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
 
TJK-E’yê ragihand ku ew 8’ê Adarê weke saleke nû ya têkoşînê dizanin û got, “Ji bo têkoşînê gelek sedem û armancên me hene. Rêyeke dirêj li pêşiya me heye. Em bi biryar in ku bibin meşvan û afirênerên vê rêyê. Em ê li dijî her cure zihniyeta ku me sînordar dike, yekîtiya xwe ya neteweyî pêş bixin. Em ê bîranîna hemû hevrêyên xwe yên di têkoşîna me ya nîv sedsalî de şehîd bûne, zindî bigirin û êşa dayikan kêm bikin. Em kesên ku xwişkên me li bazarên koletiyê firotine û tehemûlê kezî û hebûna me nakin, ji xaka xwe derbixin. Em ê hesabê ji çeteyên ku ciwanên me xistine nava fûhûş û tiryakê, bipirsin.
 
8’ê Adarê em ê bi reng, coş û îdîaya ‘dema jinê ye’ li qadan bin. Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku li her derê vê îdîa, biryardarî û coşê mezin bikin û tevlî berxwedana Rojava bibin.
 
Jin Jiyan Azadî!”