MSD'ê bi partiyên siyasî re peymana 29’ê Çileyê gotûbêj kir

  • 13:56 4 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Sûriyeya Demokratîk bi partiyên siyasî re civiya û pêkanîna peymana 29'ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û HTŞ'ê de gotûbêj kir.
 
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ji bo gotûbêjkirina rewşa siyasî ya li Sûriyeyê û herêmê, îro li gel partiyên siyasî yên di nava meclisê de civînek li dar xist.
 
Hevseroka MSD`ê Leyla Qereman di civînê de rewşa giştî û arîşeya li herêmê nirxand. Leyla Qereman bal kişand ser girîngiya xurtkirina eniya navxweyî û aramiya neteweyî di vê pêvajoyê de.
 
Di civînê de bendên peymana 29'ê Çileyê hatin nirxandin. Beşdaran bal kişand ser girîngiya bicihanîna peymanê wek deriyekî ji bo bidestxistina aramî û aştiyê û misogerkirina beşdariya hemû pêkhateyên Sûriyeyê di pêvajoya siyasî de.
 
Her wiha beşdaran xwest peymana pevguhertina girtiyan bi lez were pêkanîn.
 
Beşdarên civînê bal kişand ser girîngiya pêşîgirtina zimanê nefretê, parastina têkiliyên xurt di navbera pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê de û avakirina komîteyên pispor ji bo baştirkirina xebata rêxistinî û siyasî li gorî pêdiviyên qonaxa heyî.