Bi boneya 8’ê Adarê bendên kontrolê ziyaret kirin

  • 15:15 4 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Star, Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava, meclisên jinan ên saziyan û Meclisa Malbatên Şehîdan li Qamişlo û Tirbesiyê bi boneya 8`ê Adarê daxuyanî dan û serdana bendên kontrolê yên hêzên ewlehiyê kir.
 
Kongreya Star a taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bi boneya 8'ê Adarê daxuyanî li nêzî Qada Şehîdan da. Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star a taxa Xerbî Raniya Mihemed ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin: 
 
“Di Roja Jinan a Cîhanê de em rawestiyane da ku têkoşîn, qurbanîdan û rolên girîng ên jinan di avakirin û pêşxistina civakan de bi rêzdarî bibîr bînin. Ev roj ne tenê fersendek e ji bo pîrozkirina destkeftiyên jinan di warên cûrbecûr de, lê di heman demê de bîranînek e ji bo hêz û biryardariya wan a ji bo derbaskirina hemû astengiyan di lêgerîna edalet û wekheviyê de.
 
Di seranserê dîrokê de, jin sembolên sebir û hêzê bûn, her wiha di warên cûrbecûr de, ji perwerde û kar bigire heya siyaset û mafên civakî, pêşeng bûne. Lê belê, ji bo bidestxistina wekheviya rastîn di gelek waran de, hîn jî gelek kar heye ku were kirin.
 
Di vê çarçoveyê de, em nikarin kesên ku canê ji bo azadî û rûmetê jiyana xwe dane ji nedîtî ve werin. Di nav van şehîdan de, ku divê em bîranîna wan bi rêzdarî bibîr bînin, Denîz heye, ku ji bo prensîbên xwe, ji bo doza azadiya jinan û mafên mirovan jiyana xwe daye û bi vê bû şehîda Kurdistanê. Denîz ne tenê sembola şoreşê bû; ew mînakek jinan bû ku tevî şert û mercên dijwar ên ku kişand, tawîz nedida.
 
Her wiha em nikarin şervana ku terorîstan porê wê yê birîn wekî beşek ji kiryara wan a hovane ya tolhildanê li dijî ruhê berxwedanê bi bîr bînin. Ev kiryara hovane sembola hewldanek ji bo kuştina nasnameya wê bû, lê tevî vê yekê, ew di prensîbên xwe de bi israr ma û kiryarên wan nekarîn biryardariya wê bişkînin. Birîna porê wê tenê hewldana wan bû ku hêza wê kêm bikin, lê di rastiyê de, ew sembola berxwedana wê ya bêdawî li dijî neheqî û zilmê bû.
 
Îro em Roja Jinan pîroz dikin û di dilê me de bîranînên wan kesan hene ku bi canê xwe ji bo azadî û wekheviyê bedel dan.
 
Werin em hemû pabend bin ku ji bo bidestxistina mafên jinan xebata xwe bidomînin, û werin em vê salvegerê bikin teşwîqek ji bo berdewamiya têkoşîna me ya kolektîf ji bo edalet û wekheviyê li her derê.
 
Her sal bila jin li her derê baş bin, û em her sal nêzîkî bidestxistina edalet û wekheviyê bibin. Roja Jinan li hemû jinên azad ên li her derê pîroz be."
 
Daxuyaniya Yekitiya Mamosteyan
 
Her wiha Ofîsa jin a Yekitiya Mamosteyan a Herêma Cizîrê bi boneya 8`ê Adarê daxuyanî da û diyar kirin ku mamosteyên jin di hemû şert û mercan de xebatên perwerde berdewam kirin û ev yek bilind nirxandin. Daxuyanî li pêşiya Navenda Yekitiya Mamosteyan a bajarê Qamişlo bi zimanê kurdî û erebî hat dayîn. Bi zimanê kurdî ji aliyê mamoste Hemrîn Hayder ve hat xwendin.
 
Di destpêka daxuyaniyê de têkoşîna jinên cîhanê silav kirin û wiha hat gotin: "Roja 8'ê Adarê qêrîna jinên pêşeng a li dijî kedxwariyê ye. Ew rojeke ku bi saya fedakariya we ji roja daxwaza mavan veguheriya roja bidestxistina mafan. Em weke Yekitiya Mamosteyan di vê rojê de peymana xwe ya bi nirxên dadwerî, wekhevî û rûmeta mirovahiyê nû dikin. Em silav li têkoşîna jinên cîhanê hemûyan û bi taybet jinên Sûriyeyê dikin, yên ku tevî cûdakarî, tûndî, dûrxistin û bandorên şer, feqîrî û koçberiyê wekî hevparên tam di avakirina civakê û parastina aştiya navxweyî de, silav dikin."
 
Di berdewama daxuyaniyê de bal kişandin ser keda mamosteyên jin û gotin: “Jinan di her qadên hebûnê de xwe isbat kirin. Di perwerde, tendurûstî, aborî, raghandin, xebatên sivîl û destpêşxeriya civakî de. Tevî vê yekê jî jin hîn jî bi cûdahiya di firsend, mûçe û nûnertiyê û bi astengiyên qanûnî û civakî re rû bi rûne ku beşdariya wan tam sînor dike. Ev zehmetî di salên kirîza Sûriyeyê de du qat bûn. Her wiha em keda qehremanan a mamosteyên jin ên ku di bin şert û mercên dijwar de pêvajoya perwerdeyê domandin, bilind dinirxînin û daxwaza parastina mafên wan ên pêşeyî, dabînkirina jîngeheke kar a birûmet û beşdarbûna wan birayara wê didin. Di heman demê de em nikarin li hemberî binpêkirinên giran ên li dijî jinan bêdeng bimînin, bi taybetî yên li dijî şervanên me yên qehreman ên hatin kirin. Şêwazên mîna bêrûmetkirina cenazeyan, reşkirina bi zanebûn, jêkirina keziya şervanan bi mabesta şikandina vîna jinê û tirsandina civakê, kiryarên ku em bi tûndî şermezar dikin."
 
Ofîsa Jinan a Yekitiya Mamosteyan di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Em daxwaza darzandina kujeran û parastina rûmeta mirovan, çi sax bin çi mirî bin, dikin. Li ser vê bingehê em daxwaza çespandina mafên jinan bi awayekî zelal di destûra Sûriyeyê de dikin, ku di serî de ev in:
 
* Wekheviya tam di navbera jin û mêran de û krîmînalîzekirina cûdakariya li ser bingehê zeyendî.
 
* Têkoşîna li dijî her cûre tûndiya li ser jinê, bi riya qanûnên tûnd û makanîzmeyên parastinê.
 
* Nûnertiya dadperwer û çalak a jinan di saziyên dewletê û meclîsên hilbijartî û biryardanê de.
 
* Garantiya mafên aborî û civakî, wekheviya fersendan, mûçe û parastina li ser kar.
 
* Naskirina pirengiya neteweyî, çandî û dabînkirina mafên jina Kurd wekî hemwelatiyek xwedî mafên tam.
 
Di 8`ê Adarê de em dubare dikin bê jin demokrasî nabe, bê wekhevî dibistanên hemwelatiyên azad nabin û bê garantîkirina parastina jinan destûreke dadperwer nabe."
 
Li Tirbespiyê serdana bendên kontrolê 
 
Li bajarê Tirbespiyê jî şandeya endamên Kongreya Star, Yekitiya Jinên Êzidî yên li Rojava, Meclisa Malbatên Şehîdan û Ofîsa Jin a Şaredariya Gel a bajarê Tirbesiyê pêk tê, bi boneya Roja Jinan a Cîhanê serdana bendên kontolê yên hêzên ewlehiyê kirin. Di serdanê de gul diyarî wan kirin û ew pîroz kirin. Her wiha Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Xerma Elî axivî û got: “Ez Roja Jinan li tevahî jinên Rojava û cîhanê pîroz dikim. Şoreşa Rojava ku şoreşa jinê hat naskirin gihîşte gelek serkeftinên mezin û tevahiya cîhanê dît ku jin dikarê civakê bugherînê û bigihêjê azadiyê.”