Ji bo 8'ê Adarê keziyan dihonin

  • 14:54 4 Adar 2026
  • Rojane
AMED - Şaredariya Peyasê, di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, bi xebateke honandina keziyan bal kişand ser ked, hilberîn û hevgirtina jinan.
 
Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê, ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê xebateke watedar li dar xist. Di çalakiya ku bi dirûşma “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihonin” hat lidarxistin de, jinan hem berhemên xwe yên hunerî afirandin û hem jî peyameke xurt a hevgirtin û yekîtiyê ragihandin.
 
Ji bo nîşandana hilberînên xwe, xwebûn û hebûna xwe di her warê jiyanê de, jinan bi beşdariya Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar, alîkarên hevşaredaran, endamên meclîsê û gelek jinan ên din li hev civiyan. Di vê çalakiya rengîn de, jinan bi hev re ji ben û qumaşên cuda nexş û keziyên bedew honandin û bi vî awayî hêza hilberîna kolektîf û yekîtiya xwe nîşan dan.
 
Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar di çalakiyê de axivî û bal kişand ser rola pêşeng a jinan di civakê de û wiha got: “Ji bo me, li hev kombûn û xurtkirina hevgirtina jinan gelekî girîng e. Îro em li vir ne tenê ben û qumaşên rengîn dihonin; em di heman demê de bingeha jiyaneke wekhev, azad û demokratîk jî dihonin û jiyanê dixemilînin. Em ê xebatên xwe yên piştgirîdayîna ked û hilberîna jinan bênavber bidomînin.”